'Divê em di şanoya bi kurdî de israr bikin' 2018-10-26 09:24:54 ÊLIH - Şanoger Îhsan Arat, anî ziman ku şano bikaranîna zimanê kurdî teşwîq dike û got: "Divê em di şanoya bi kurdî de bi israr bin."  Şanoger Îhsan Arat, M. Salîh Çîçekyuzlu û Ridvan Algul ku di Şanoya Şaredariya Êlihê de dixebitîn, piştî şano hat girtin koma bi navê Şano Rîtuel ava kirin. Kom nêzî salek berê hat avakirin û heta niha 4 lîstik pêşandaye.    Şanoger Îhsan Arat, diyar kir ku wî sala çûyîn şanoya bi navê "Kabîl Ka Habîl?" nivîsandiye. Arat, anî ziman ku wî şano bi tirkî nivîsandiye, lê wan bi kurdî lîstiye. Arat, diyar kir ku ji ber ku dê warê nivîsandine bi kurdî de bi xwe nebawer bûye wî bi tirkî nivîsandiye, lê belê wan bi kurdî ev lîstik pêşandiye.    Arat, destnîşan kir ku divê şano bi kurdî be û got: "Wexta em behsa şanoya kurdî dikin, em tenê behsa tevgerîna li ser dikê nakin. Wexta em behsa şanoya kurdî dikin em behsa mîtosan, çîrokan û çanda kurdî dikin. Lê her çend nikaribim baş bi kurdî binivîsim jî, lê di şanoya bi kurî de israr dikim û piştî me metin wergerand kurdî me lîst. Ji bo israrkirin û berdewama vê yekê min ev metn wekî pirtûk çap kir." Arat destnîşan kir ku divê ew di şanoya bi kurdî de israr bikin.    ‘DIVÊ ŞANO TEŞWÎQ BIKE'    Arat, destnîşan kir ku lîstikên bi kurdî ji bo axaftina bi kurdî wêrekiyê li temaşevanan peyda dikin û got: "Ji bo axaftina bi rojana û hînbûna bi kurdî, şano teşwîq dike, lê diyar nake. Ji bo parastin û pêşxistina kurdî pêdivî bi gelek saziyan heye. Lê divê şano jî ya dikeve ser milê wê bike û ji bo kurdî teşwîq bike tev bigere."