Hunermend Aslan û Qoçgirî li Amedê konser dan 2018-10-24 11:47:32   AMED – Hunermend Mîkaîl Aslan û Cemîl Qoçgirî li Amedê konserek bêhempa dan.    Hunermendên navdar ên kurd Mîkaîl Aslan û Cemîl Qoçgirî li Amedê bo guhdarvanan konser dan. Konser li Mala Mamosteyan pêk hat û bi sedan kes beşdarî konserê bûn. Aslan û Qoçgirî li enstrûmanan dan û şevek bêhempa li pey xwe hiştin. Her du hunermandan jî stranên ji hev xweştir gotin.    Welatiyan di hin stranan de stran li hunermendan dubare kirin û stranên xwe bi dilgeşiyek mezin gotin û dengê stranan li salonê olan da. Konser bi lêdana çepikan bi dawî bû.