Rojên Wêjeya Berawirdî dest pê kir 2018-10-13 09:07:02 AMED – Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê bi axaftina rojnameger û helbestkarê kurd Mirazê Cemal ê ji rojnameya Rya Taze hat û nivîskarê ermen Migirdiç Margosyan dest pê kir. Mirazê Cemal got wî di 16 saliya xwe de dest bi helbestkariyê kiriye û bi hatina Amedê ew 72 sal ciwan bûye.  Rojên Wêjeya Berawirdî (Danberhevî) ya Amedê ku ji aliyê Weşanxaneya Lîs û Navenda Hunerê ya Amedê (DSM) ve tê lidarxistin bi merasîmek axaftina vekirinê dest pê kir. Bernameya destpêkê li Salona Konferansê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê (DTSO) ya Amedê pêk hat. Mêvanên ji deverên dûr hatibûn di bernameyê de amade bûn. Rojnameger û helbestkarê kurd Mirazê Cemal ê ji rojnameya Rya Taze ji Elegezê, nivîskarê ermen Migirdiç Margosyan, gellek nivîskar, helbestkar û wêjehez beşdarî bernameyê bûn.    Axaftina vekirinê ya bernameyê Xwediyê Weşana Lîs Lal Laleş kir. Laleş diyar kir ku ji ver ew rojên wêjeyê li Amedê piştî 5 salan li dar dixin gellek bextewarin û ev roj ji bo Amedê û qada wêjeyê û çandê xwedî girîngiyek mezin e. Laleş got bi hevkariya Weşana Lîs û Navena Hunerê ya Amedê gellek saziyên din jî piştevaniyê dane wan û wê ev rojên wêjeyê ji bo pêşketina wêjeya kurdî bibe destpêkek.    MARGOSYAN LI AMEDÊ YE    Migirdiç Margosyan jî axivî û şanaziya xwe ya ji bo van rojên Wêjeya Berawirdî anî ziman û got hemû ziman bi hev re xweşin. Margosyan ji bo xwedî derketina zimanê kurdî û ermenikî banga xwedî derketinê kir.   BELGEFÎLMA RYA TAZE Û JIYANA CEMAL    Beriya mêvanê bernameyê rojnameger û helbestkar Mirazê Cemal biaxive şanîdenek belgeyî a kurt ku li ser Rya Taze hatibû amadekirin hat derpêşkirin.    ‘AMEDÊ 72 SAL MIN CIWAN KIR’    Piştî belgefîlmê Cemal axivî û got wî ji qûntarên çiyayê Elegezê ji nav kurdên Ermenîstanê silavên kurdan aniye Amedê. Cemal behsa serpêhatiya xwe ya ji roja hatiye dinyayê heta niha kir û wiha got: “Zarokatiya min li qûntarên çiyayê Elegezê derbas bû. Ez li wir çêbûm û li wir extiyar bûm. Min li wir xwend û li wir fêrî jiyanê bûm. Me terka çand û zimanê xwe nekir. Ji sala 1965’an vir ve di Rya Taze de rojnamegeriyê dikim. Dema ez hêj 16-17 salî bûm min dest bi helbestkariyê kir. Min gellek xebatên ziman û wêjeyê birêve bir. Ez hatim Amedê û ewil çûm li sûran geriyam. Hatina Amedê min gellek şanaz kir. Bi hatina Amedê û gera li Sûra Amedê min 72 sal ciwantir kir.”    Cemal di dawiya axaftina xwe de ji bo xatirê gelê ermen û nivîskarê ermen Migirdiç Margosyan bi ermenîkî axivî.    Piştî axaftina cemal bernameya roja ewil bi dawî bû.    Bernameyên îro dê bên lidarxistin wiha ye:    Zarok, Ciwan û Wêje   Mine Soysal Zimanê vê axaftinê Tirkî ye Cih: Odeya Avahîsazan Saet:13:00-14:00   Dîtina Wêjeya Ermenîkî   Sevan Degîrmenciyan, Mehmet Fatîh Uslu Moderator: Rober Koptaş Zimanê vê panelê Tirkî ye Cih: Odeya Avahîsazan Saet: 14.30 - 16.00   Dem, Şûngeh, Margosyan   Gursel Korat, Şeyhmus Kozgun, Mehmet Çakmak Moderator: Şeyhmus Dîken Zimanê vê panelê Kurdî (Kurmancî) û Tirkî ye Cih: Odeya Avahîsazan Saet: 17:00-18:30   Em ji bo Margosyan dibêjin   Migirdiç Margosyan, Udî Yervant, Şeyhmus Dîken, Bîrsen Înal, Adnan Gerger Cih: Kastal Kafe/Sûr Saet: 19:00-21:00