Li Wanê Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike 2018-10-06 09:07:53 WAN - Şanoya Mencelê bi dirûşmeya "Xeyalek, Lîstikek û Azadî" Yekemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê li dar dixe. Dê di mîhrîcanê de 8 lîstik, atolyeyeke jixweberî û konsert bên lidarxistin.   Li Wanê Şanoya Mencelê dê di navbera 13-21'm Cotmehê de bi dirûşmeya "Xeyalek, Lîstikek û Azadî" Yekemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê li dar bixe. Mîhrîcana Şanoya Mencelê ku li Aydin perîhan AVM'yê ye, dê bi lîstika Kozik a Adalet Agaoglûyê li kurdî hatiye wergerandin dest pê bike. Derhênera lîstika Kozikê Perînaz Delazy, rejîsora lîstikê Berîvan Bûdakbeyoglûyê û şanoger Dilvîn Abî der barê mîhrîcanê de axivîn.    MÎHRÎCAN DÊ BI LÎSTIKA KOZIKÊ DEST PÊ BIKE    Lîstika Kozikê di sala 1971'ê de ji aliyê Adalet Agaoglûyê ve hatiye nivîsandin. Derhênera lîstikê Delazy, anî ziman ku di heman demê de ew di lîstikê de jî dilîze û got: "Lîstika Kozikê lîstikeke yekperedeyî ye. Di lîstikê de 3 jin hene. Li mekanekî rasteqîn dest pê dike, lê paşê ber bi rewşeke utopîk ve diçe. Ev hersê jin herkê çînekê temsîl dikin. Ev hersê jin aidî komekê ne û nav li lîstikvanan nehatiye kirin. Lid erfe qiyamet radibe, çalakî, protesto çêdibin, birçîbûn heye, zarok dimirin. Yanî aloziyek heye, lê ev hersê jin di mala xwe de çaya xwe vedixwin. Dibêjin 'zêrên min hene, ev tiştên min hene.' Paşê ev hersê jin dibihîsin ku dizek ketiye du dikanan û li malan xwe veşartine. Ji ber vê ditirsin. Tiştan dibihîsin, tên berçavên wan û tirsek li wan peyda dibe."    HER SAL LÎSTIKEKE JINA    Delazy, destnîşan kir ku ya lîstike nivîsandiye jin e û yên dilîzin jî jin in. Delazy, anî ziman ku wan sala çûyîn jî bi lîstika Mala Xwişka Bernarda lîstikek a jina lîstiye û îsal jî ew ê lîstika Kozikê bilîzin. Delazy, diyar kir ku wekî Şanoya Mencelê wan ev yek ji xwe re kiriye prensîp.    Delazy diyar kir ku Şanoya Mencelê hîn saleke xwe jî temam nekiriye û bal kişand ser mîhrîcanê. Delazy, destnîşan kir ku ew mecbûr bûn ku mîhrîcanê li dar bixin, çimkî li herêmê, li bajêr qadeke çandê ya ku mirov bêhna xwe derxîne nehiştine û got: "Ji ber vê me biryar da ku em bi mîhrîcanekê ber bi gelê xwe ve, girseya xwe ve biçin. Me got divê di nav vê mîhrîcanê de lîstikên tirkî û kurdî tevde hebin. Ji bo temaşevan xwe tê de bibîne me her tişt kir. Bernameyek baş derket holê. Dê lîstikên ji Rojhilat, Stenbol, Îzmîr û Amedê hebin. Em ê mîhrîcanê bi konserta ensturumanî ya 'Lorîka Dayikan' biqedînin. Her wiha dê bi beşdariya şanoger Koray Tarhan 3 rojan atolyeya jixweberiyî bê lidarxistin."    ‘8 OYUN, 1 DOĞAÇLAMA, ATÖLYE VE KONSER’   Festivalde toplamda 8 oyun, bir doğaçlama atölye ve bir de konser olacağını belirten Delazy, 8 oyunun 3’ünün Türkçe, kalanların ise Kürtçe olduğunu belirterek, hazırlıklarını tamamladıklarını söyledi.  Festival kapsamında bazı grupların ilk kez Van'da sahne alacaklarını vurgulayan Delazy,"Biz grupları, oyunları seçerken hangisi ilgi görür, seyirci toplar üzerinden değil de kente gelme imkanı az olan ve oyun kalitesini göz önünde bulundurarak program hazırladık. Dışarıdan gelecek oyunların hiçbiri bir organizasyonla gelecek oyunlar değildir. Gerçekten bu festival için çok büyük emekler verdik. Halkımızın bu oyunları izleyip festival havasına girmelerini istiyoruz” diyerek konuşmasını sonlandırdı.    BANGAWAZΠ   Rejîsora lîstika Kozikê Berîvan Bûdajbeyoglû jî anî ziman ku wan bi ked û heyecaneke mezin lîstika Kozikê amade kir û ji ber dê cara ewil di mîhrîcanê de bê lîstin ew bi heyecan in. Her wiha Bûdakbeyoglû, bilêv kir ku ji ber ku dê jin vê lîstikê bilîzin, lîstik ji bo wan girîng e û ji bo beşdarbûyîna mîhrîcanê bang li gelê Wanê.    Şanoger Dilvîn Abî jî, diyar kir ku ew jî di lîstika Kozikê de dilîze. Abî anî ziman ku her çend lîstik di sala 1971'ê de hatibe nivîsandin jî, lê tiştên tê de niha jî diqewmin û ji bo beşdarbûyînê bang li herkesî kir.    Bernameya mîhrîcanê ev e:   “*Kozik (Tiyatro Mencel)     13'ê Cotmehê -saet 19.30    19'ê Cotmehê-saa-et 15.00   *Tartuffe (Şanoya Bajêr a Amedê)  14'ê Cotmehê-saet 15.00 15'ê Cotmehê-saet 19.30   *Kiraciyê nû (Tiyatro Yekta Hêvî) 14'ê Cotmehê-saet 19.303 15'ê Cotmehê-saet 15.00   *Awaza Dawi a Bayê Bakûr (Şanoya Textêreş) 16'ê Cotmehê-saet 15.00 17'ê Cotmehê-saet 19.30   *Ben Piêrre Riviêre (Seyyar Sahne) 16'ê Cotmehê-saet 19.30 17'ê Cotmehê-saet 15.00   Bi Beşdarbûna Koray Tarhan Atolye    18'ê Cotmehê-saet 15.00   *Rapor (Mephisto Tiyatro) 18'ê Cotmehê- saet 19.30   *Bêrû (Şanoya Jiyana Nû)   19'ê Cotmehê-saet 19.30 20'ê Cotmehê-saet 15.00   *Şatonun Altinda (Lêkolînên Şanoyê)    21'ê Cotmehê-saet 19.30   *Lorîka Dayikan  Konseri   22'yê Cotmehê-saet 19.30"   MA / Mujdat Can