Nivîskar Şeyxbizînî: Yekîtiya ziman dê rê li ber yekîtiya neteweyî veke 2018-10-05 11:19:20 AMED – Nivîskar Qendîl Şeyxbizînî yê pirtûka wî ya bi navê “Hezar û Yek Peyv” ji Weşanxaneya Sîtavê derket diyar kir ku xebatên serbixwe yên zimanzanên kurd zirarê dide zimanê kurdî û got: “Sazkirina yekitiya ziman dê rê li ber yekîtiya neteweyî veke.”    Pirtûka “Hezar û Yek Peyv” a nivîskar Qendîl Şeyxbizînî ku bi naveroka li ser rêziman û ferhenga zimanê amade kiriye ji Weşanxaneya Sîtavê derket. Nivîskar Şeyxbizînî ji Hewlêrê ye û Serokê Navenda Çanda Roj û Berdevkê Organîzasyona Roj Medê ya Hewlêrê ye. Şeyxbizînî li ser yekîtiya neteweyî û ziman axivî. Şeyxbizînî behsa armanca ferhengê kir û got: “Armanca min a li ser xebitîna zimanê kurdî ew bû ku ez zaravayên wan nêzî hev bikim.”    Şeyxbizînî anî ziman ku ew li ser zimanê kurdî lêkolînan dike û armanca wî ew e xebatên xwe bêtir li ser zimanê kurdî yê berê birêve bibe û got: “Min zimanê kurdî veqetand sê beşan. Yek zimanê kevn, yek jê jî zimanê navberê û yek jê jî zimanê nûjen e. Zimanê berê dibêjin Medî. Ji yê navberê re dibêjin Pehlewanî ye û herêma Hewramî jê re dibêje Palî. Zimanê niha jî Kurmancî, Soranî, Kirmanckî, Kelhorî, Hewremanî ye. Ji van bênc zaravayan pêk tê.”    ‘DEWLETAN ZARAVAYAN JI HEV DÛR XISTIYE’    Şeyxbizînî pêk nehatina yekîtiya zimanê kurdî jî nirxand û got: “Her tim mijara nîqaşê ye. Sedemê vê jî ew e ku zimanê kurdî pirr zaravayî ne. Her parçeyek Kurdistan bi zaravayek diaxive. Hem zextên rêveberiya wan dewletan û hem jî ji ber sînor di navbera wan de hatine dayîn kurd nikarin yekîtiya zimanê xwe ava bikin. Astengiya herî mezin jî ew e ku veqetandina zaravayan e. Ji hev dûr dimînin.”    ‘STANDARTIYA ZIMAN GIRÎNG E’    Şeyxbizînî da zanîn ku pêdiviya kurdî bi standartbûnê heye û wiha got: “Yekîtî ango em bêjin standartiya navbera zimanê kurdî pirr girîng e. Divê ku ji bo zaravayên kurdî bigîhîjin hev û standartiyek ziman bê sazkirin, hemû zimanzanê kurd li hev kom bibin û xebatan bidin destpêkirin. Lê heke ev nebe wê her aliyek û zaravayê xwe bide ferzkirin.”    ‘YEKITIYA ZIMAN DÊ RÊ LI BER YEKÎTIYÊ VEKE’   Şeyxbizînî diyar kir ku xebatên serbixwe yên zimanzanên kurd zirarê dide zimanê kurdî û got: “Sazkirina yekitiya ziman dê rê li ber yekîtiya neteweyî veke.”    MA / Lezgîn Akdenîz