Teatra Yekta Hêvî promiyera ‘Kirêciyê Nû’ da pêşandan 2018-10-05 10:11:17   AMED – Teatra Yekta Hêvî bi promiyera lîstika xwe ya “Kirêciyê Nû” perdeya dika xwe vekir. Derhênerê lîstikê Ozgur Adiguzel got lîstik kapîtalîzmê rexne dike.      Teatra Yekta Hêvî ya li Amedê xebatên xwe yên şanoyê birêve dibe, bi lîstika xwe ya nû ya bi navê “Kirêciyê Nû” perdeya sezonê vekir û promiyera wê da pêşandan. Lîstika “Kirêciyê Nû” ya nivîskarê şanoyê faransî Eugene Lonesco ku wergerandin kurdî û behsa rewşa kapîtalîzmê dike. Lîstîk li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê hat pêşandan.    Gellek şanohez beşdarî promiyera lîstikê bûn. Hin kêliyên lîstikê temaşevanan kenand. Lîstik nêzî saetekê dom dike. Dema lîstik bi dawî bû temaşevanan li ser piya li çepikan da.    Derhênerê lîstikê Ozgur Adiguzel piştî lîstikê axivî û got ên keda wan derbas bûye yek bi yek malovaniya wan dixwaze. Adiguzel anî ziman ku keda derhenêrê wan Giyasettîn Şehîr ê beriya çend rojan bi îdaya “Endamê rêxistinê ye” hat girtin jî di lîstikê de hebû û ew di şexsê Şehîr de hemû girtiyan silav dikin.    ‘KAPÎTALÎZMÊ REXNE DIKE’   Adiguzel ji ajansa me Mezopotamyayê re jî bi taybetî axivî û wiha behsa naveroka lîstikê kir: “Kesek mala xwe nû bar dike diçe avahiyek û kel û melê xwe vala dike. Di vir de lîstika me hem behsa civak û kesayetê dike. Jinek dixwaze bibe dergevanê wê avahiyê û behsa xizaniya xwe dike. Ev jin behsa hemû jiyana xwe dike. Lê ev kirêciyê nû ku zilam e qet ne axive. Piştî zilam naxive hemal tên ku kel û melên wî bînin hundir. Di vir de ev derdikeve holê yên feqîrîn jixwe re vala diaxivin û yên ku dewlemendin jî qet naxivin û najîn jî. Çimkî jiyana xwe li ser malê dinyayê ava kirin e. Di dawiya lîstikê de ji ber ku ewqas kel û melên zilam pirr in, di nav de ditengije û difetise. Lonesco di vir de balê dikişîne ser jiyana mirovan ku jiyana wan li ser alav û tiştan e. Yanî bi kurtasî lîstik rewşa kapîtalîzmê dinirxîne û rexne dike.”    Adiguzel destnîşan kir ku ew xebatên xwe di bin banê Mala Hunerê Duçemê de birêve dibin û ew ê ji niha şûn dê li gellek deverên din jî derkevin ser dikê. Adiguzel got nêzî çar mehan li ser lîstikê xebitî ne û bi awayek kolektif lîstika xwe çêkirine û lîstikvan jî ji 4 kesan pêk tê.