Navenda Hunerê ya Nota ya 8’emîn li Wanê vebû 2017-10-12 11:39:16 WAN - Mamostayên muzîk û şanoyê ji bo hunerek alternatîf li bajêr pêş bixin, civiyan û Navenda Hunerê ya Nota ya 8’emîn vekirin.   Li Wanê mamostayên muzîk û şanoyê hatin gelhev û Navenda Hunerê ya Nota ya 8’emîn vekirin. 15 hunerhezên hatin gel hev û navenda hunerê vekirin dê di 15’ê Cotmehê de dest bi dayîna dersan bikin. Xebatkara şanoyê Perînaz Delazy, diyar kir ku li Wanê navendek hunerê ya alternatîf tuneye. Ji ber vê yekê pêdivî bi xebatek wiha dîtin. Delazy, da zanîn ku gava ew dibêjin huner navendek xurt a çandê tê bîra wan û wiha axivî: “Gomana aborî tim heye. Li dijî van gomanan me xwest bi navenda hunerê alternatîf ava bikin.”    ‘EM HUNERA RAST DIKIN HEDEF’   Delayz, da zanîn ku noteyên muzîkê de bi giştî 7 note hene û wiha got: “Lê me navê navenda xwe nota ya 8’emîn. Nota ya 8’an jî navenda çandê ye. Tê wateya ji nû ve avakirinê. Navenda çanda pergalê ser bertîlên hatiye avakirin. Navenda çandê ji bo vê ferastê bişkîne hat vekirin. Li vê derê negirînge ku em kîjan lîstikê bilîzîn û stranên kîjan hunermendî bêjin. Armanca me hunera rast e.”     ‘DÊ BELGEFÎLMA QURS DÊ BIQEDE BIDINB’   Delazy, destnîşan kir ku destpêkê gomana wan a ji ciwanan re bibin alternatîf hebû û wiha bilêv kir: “Em ê dersên ji 8 beşan pêk tê yên erbane, tembûr, gîtar, baterî, piyano, bilûr, keman û şanoya bidin. Dê ya 15’ê Cotmehê qeydên wan xelas bibin. Di her dersekê de 3 ast hene û her astek 6 mehan didome. Di dawiya qursan de em ê belge bidin xwendekaran.”       ‘EM QADA HEVPAR DIXWAZIN MEZIN BIKIN’   Yek ji xwendekara Navenda Hunerê Xezal Sari jî, diyar kir ku bi koma muzikê ya avabikin, bi aktîf dê beşdarî bernameyên amade dikin, bibin û wiha got: “Em ê bi xwe stranên xwe çêbikin. Ligel ku navend nû hat vekirin, rastî eleqeyek mezin tê. Yek ji armanca sereke ya navedan hunerê jiyan hevpar dana avakirine. Ji bo hunerek altarnatîf em bang li hemû ciwanan dikin ku bên vêderê.”