Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd têkildarî bûyera nivîskar Bereh daxuyanî da 2023-12-18 17:01:41   AMED - Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd têkildarî bûyera di bernameya helbestvanê kurd Berken Bereh de derketî holê daxuyaniyek da û got ku xebata wan weke “heqareteke li dijî zimanê kurdî” hatiye parvekirin û bi vê yekê heqaret li keda wan hatiye kirin.    Di Fûara Pirtûkan a Mzopotamyayê de bernameya helbestvanê kurd Berken Bereh hatibû taloqkirin û piştre jî li şûna bernameya wî, cih dabûn bernameyeke din. Înisiyatîfa Weşangerên Kurd têkildarî mijarê li Navenda Fuar û Kongreyê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê daxuyanî da. Li ser navê înîsiyatîfê, Azad Zal daxuyanî xwend.    Zal, diyar kir ku fuarên pirtûkan ku ev 4 sal in li Amedê û li herêmê nedihatin lidarxistin, pêwîstiyeke zerûrî bû û her roj di rojevê de bû. Zal, wiha domand: “Naverok û zimanê hevpeyvîn, panel û bernameyên îmzayan yên weşanxaneyên ku beşdariya fuarê kirin, li gor daxwaz û hesasiyetên wan hatin sazkirin. Nasandin, ragihandin, reklam û teqwîma çalakiyên fuarê bi tirkî, kurmancî û kirmanckî/zazakî hatin amadekirin.”   SEDEMA QEWIMÎNA BÛYERÊ   Têkildarî kêmasiya di bernameya helbestvan Berken Bereh jî Zal ev agahî parve kir: “Merasîma vekirina fuarê wekî 16’ê kanûna 2023’yan saet 14:00 hat diyarkirin. Merasîm dê di saet 14.00’an de dest pê bikira lê eleqeya mirovan zêde bû û mêvanên me ji ber trafîka zêde ya bajêr dereng man. Lewma 50 deqîqeyî dereng dest pê kir. Ji ber derengmana merasîma vekirinê, li eywana me hin hevpeyvîn, panel û bernameyên îmzeyê bi derengî dest pê kirin. Û mixabin bernameya helbestvanê kurd Berken Bereh jî ji ber vê yekê bi derengî ket. Bernameyên helbestvanê me Berken Bereh û civaknas Îsmaîl Beşîkçî li hev rast hatin. Ji bo telafîkirina vê derengmanê, endamên Lijneya Koordînasyona Fuarê, ji bo hesasiyeta helbestvanê me û hurmeta ji xwendevan û guhdaran re û ji bo ku bername di şert û mercên herî baş de pêk were bi hesasiyeteke mezin tevgeriyan. Piştî axaftina bi helbestvanê me Berken Bereh re û erêkirina wî, yekser qadeke nû hate çêkirin, sîstema deng hate danîn û derfetên pêwîst hatin sazkirin ku helbestvanê me li gor dilê xwe bernameya xwe pêk bîne. Ev bernameya ku li gor planê divê saetekê bidomiya, bi daxwaza beşdaran bi qasî 2 saetan dewam kir. Piştî bernameyê, helbestvanê me li qada VIP ya fuarê bû mêvan, sedemên derengmanê dîsa jê re hatin gotin, lêborîn jê hat xwestin, her du alî bi dil û gotinên xweş ji hev veqetiyan û helbestvanê me ji aliyê endamên Lijneya Koordînasyona Fuarê ve hat birêkirin.”     Zal, anî ziman ku bi sedan weşanxane beşdarî fûarê bûne, zêdetirî 400 nivîskar bûne mêvan, bi hezaran pirtûkhez hatine serdanê, bi dehan panel û bername hatine lidarxistin û wiha bi dawî kir: “Di organîzasyoneke weha mezin de, di serî de ji bo kesên ku ked dane organîzasyona fuarê, heqereteke mezin e ku mirov ji bo bo lihevrasthatina du bernameyan wekî ‘Heqereta li zimanê kurdî’ bi nav bike. Di heman demê de heqaret e ji bo ‘Weşangerên kurd’ ên ku di vê mijarê de hesas in.    HER KES VEXWENDIN FÛARÊ   Fuara me, li gor teqwîma ku berê hatibû ragihandin, bi eleqeyeke mezin a xwendevanên me berdewam dike. Em careke din hemû pirtûkhezên Amedê û bajarên derdorê vedixwînin fuara xwe.”