Ji Koma Zarokên Aryan 'Konsera Payizê' 2023-11-02 22:50:48   ANTALYA - Koma Zarokên Aryan, li Antalyayê "Konsera Payizê" li dar xist.    Koma Zarokên Aryan, li Antalyayê "Konsere Payizê" li dar xist. Konser li Navenda Çandê ya Yenî Mahelle ya navçeya Kepezê hat lidarxistin. Gelek kes tevlî konserê bûn. Beriya konserê nivîskar Dilbêzarê Bêkes axivî. Bêkes bal kişand ser êrişên li ser zimanê kurdî. Bêkes anî ziman ku zimanê kurdî li dijî polîtîkayên bişavtinê li ber xwe dide û got ku gel bi têkoşîna xwe dikare polîtîkayên bişavtinê yên desthilatê pûç bike.    Piştî axaftinê Koma Zarokên Aryan derket ser dikê.