Dê 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bê lidarxistin 2023-09-03 14:43:20 NAVENDA NÛÇEYAN - 8’êmîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê dê di navbera 27’ê îlonê û 1’ê cotmehê de bê lidarxistin. Ji Kurdistan, Tirkiye û cîhanê heta niha ji bo 100 belgefîlman serlêdan hatine kirin û ji wan dê 31 jê bên pêşandan.    Mihrîcana Balgefîlman a FîlmAmedê her sal bi piştgiriya şaredariyên Amedê dihat lidarxistin. Bi tayînkirina qeyûman re jî mîhrîcan hatibû betalkirin. Lewma ev çend sal bûn nedihat lidarxistin. Mîhrîcana 8’an dê îsal bi pêşengiya Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn were lidarxistin. Mezopotamya Sînema, Şanoya Bajêr a Amedê û Ma Music jî piştgiriyê didin mîhrîcanê.    HETA NIHA JI BO 100 BELGEFÎLMAN SERLÊDAN HATINE KIRIN   Li gel ku ev demekî dirêj e mîhrîcan nayê lidarxistin jî serlêdanên ji bo mîhrîcanê zêde bûn. Heta niha ji bo derdora 100 belgefîlman serlêdan hatine kirin. Lê ji ber tengaviya wext lijneya hilbijêr a belgefîlman tenê karî 31 belgefîlman hilbijêre.   DÊ LI 3 CIHAN BÊN PÊŞANDAN   Belgefîlmên di bernameya mîhrîcanê de cih digirin dê li Şanoya Bajêr a Amedê, Bezgîn Bekir û Zarok Ma’yê werin nîşandan. Her şev li Zarok Ma’yê dê li Hewşa Servekirî belgefîlmek were nîşandan. Her wiha di nav bernameya mihrîcanê de dê forûm jî hebin û belgefîlmçêkerên tev li mîhrîcanê dibin dê li ser pirsgirêkên belgefîlman nîqaş bikin.    GELEMPERIYA BELGEFÎLMAN JI KURDISTANÊ NE   Belgefîlmên ku ew ê îsal werin nîşandan bi giranî belgefîlmên kurdî ne ku ji çar parçeyên Kurdistanê tev li mihrîcanê bûne. Her wiha ji cîhanê û Tirkiyeyê jî belgefîlm hene ku cihê xwe di bernameyê de digirin.   Mihrîcan dê di navbera 27’ê meha îlonê û 1’ê cotmehê de were lidarxistin. Filmên ji bo 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê hatine hilbijartin ev in;   1- Dengê Radyoya Rewanê li ku ye?/ Mûstafa Orman   2- Bu da mı gol değil? (Ev jî ne gol e?) / Feyzî Baran   3- Wergerandina Ulyssesê/Aylîn Kuryel - Firat Yucel   4- Tamî Aw / Saman Mûstafa   5- Northen Forests/Julia Lazarus   6- Hêza / Derya Deniz   7- Laboratory no 2 / Edris Abdi, Aware Omer   8- Zeytinliğin Ardı (Li paş Zeytûngehê) /Mervan Serhat Sarişin   9- Heft Senfoniyên Zagrosê/Perwîz Rostamî   10- Mother Tongue/Serkew Mesgari   11- The Pasha, my mother and I/Nevine Gerits   12-  Lêger/Esin Akgul Guneş-Omer Leventoglû   13- Iraq's Invisible beauty  / Sahim Omar Kalifa   14- Yıkılacak Duvarlar  (Dîwarên dê bên hilweşandin) / Hebûn Polat - Şerîf Çîçek   15- Koçer / Selîm Alan   16- Mehla Qorê / Fatma Çelîk   17- Eve Dönüş (Vegera Mal) / Dîlan Engîn   18- Hîwa/ Mozhgan Kavoosî   19-  Ben, Annem ve Toz (Ez, Dayika Min û Toz) / Çagla Gîllîs   20-  Jiyana Rewşenbîrekî Kurd: Casimê Celîl / Ozlem Dîler-Celîl Badikanli   21-  Hatay 17-24 Nisan 2023 (Hatay 17-24’ê Nîsana 2023’yan) / Îmre Azem   22-  Başımdaki Dünya (Dinyaya di Serê Min de) /Yalçin Çîftçî   23-  13 May / Tariq Tofiq Qadir   24-  Harmony/ Pablo Tosco Migue Roth   25- Nanî Pîroz/ Rehîm Zebihî   26- Sidiq û Panter/Rêber Dosky   27- Anqa/Hêlîn Çelîk   28- Boşlukta (Di Valahiyê de) / Sonnur Vardar   29- Bitmemiş Cümleler (Hevokên Neqediyayî) /Adar Bozbay   30- e Mountains, a Feminine Narration / Rebwar Mahmoud Pour   31- Dartaş / Xelîl Sehragerd   Hêjayî bibîrxistinê ye ku FîlmAmed yekem mîhrîcana belgefîlman e ku li Kurdistanê tê lidarxistin. Ji ber ku mîhrîcan tenê cih dide belgefîlman û bi beglefîlman dadikeve, xwedî rengekî taybet e li Kurdistanê. Bi saya vê mîhrîcanê her sal çêkerên belgefîlman ên li cîhanê û Kurdistanê tên gel hev û bi hevre li belgefîlman temaşe dikin û nîqaş dikin. Ji ber vî awayî di sînemeya kurdî de platformeke girîng e. Bi saya mîhrîcanê sînemagerên çar parçeyên Kurdistanê tên ba hev.