Mîhrîcana Gimgimê: Tevî komkujiyan jî em baweriya xwe dijîn 2023-08-07 10:42:31   MÛŞ - Di Mîhrîcana Xweza, Bawerî û Çandê ya Gimgimê de loqma hatin parvekirin. Li cihê Şêx Seîd lê hatibû girtin daxuyanî hate dayîn û panel hat lidarxistin. Ji Ocaxa Aguçanê Selda Guneş got ku tevî hemû komkujiyên îktîdarê jî ew baweriya xwe didomînin.    2’yemîn Mîhrîcana Xweza, Bawerî û Çandê ya Gimgimê ji hêla Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD), Mekana Xizir û Komeleya Parastina Xwezayê ve tê organîzekirin. Di hevdîtinên roja ewil de welatî çûn serdana Tujîk Baba û Qalo Spî û loqme parve kirin. Piştre jî li cihê Şêx Seîd lê hatiye girtin daxuyanî û panel hatin lidarxistin.    ‘EM Ê XWEDÎ LI BAWERIYA XWE DERKEVIN’   Serokê Giştî yê Federasyona Elewî Bektaşiyan Mûstafa Aslan got ku ziyaretê Qalo Sipî wêrane bûye û wiha got: “Ji bo ocaxa me dîsa ava bibe ji destê me çi were em dikin. Tenê tiştek heye ku me keyfxweş dike. Ew jî ew e ku dê ev bawerî tu caran li ser vê xakê winda nebe. Em ê xwedî li rê û baweriya xwe derkevin.”    ‘BAPÎRÊ MIN EMRÊ XWE JI BO AZADIYA KURDAN DERBAS KIR’    Piştre jî li ser pira Abdurrahman Paşa ya li ser rêya Mûşê ku Şêx Seîd lê hatibû girtin daxuyanî hate dayîn. Neviyê Şêx Seîd, Kasim Firat û hevserok û endamên Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk tev li daxuyaniyê bûn. Firat, got ku bapîrê wî di encama îxanetê de hate girtin û wiha domand: “Bapîrê min tu carî di navbera kurdan de cihekarî nedikir. Ji ber bawerî û mezheban cihêkarî nekir. Bapîrê min û piştre jî xizmên me yên nêz tevekan jî jiyana xwe ji bo azadiya gelê kurd a li çar parçeyan xerc kirin. Bapîrê min dixwest gelê kurd bi hiqûqa xwe, çanda xwe û baweriya xwe bijî. Daxwazeke xwezayî bû lê rejîma kemalîst bi komkujiyê bersiv da. Weke zarokên wî û kesên baweriya xwe bi rêya wan anîne, em li gel yekitiya kurdan a li çar parçeyan e.”    ‘WAN SERÎ NETEWANDIN’   Hevserokê Giştî yê DAD’ê Mûsa Kulu jî diyar kir ku hem xiyanet û hem jî berxwedan li ser vê xakê heye û wiha pê de çû: “Ziman, çand û heqîqeta vî welatî parçe parçe kirin. Bidarvekirina Seyîd Riza û hevalên wî ya li Xarpêtê jî dikare weke xeleka dawî ya dîrokê be. Şêx Seîd ji bo gelê xwe têkoşiya û em îro li cihê lê hatibû girtin wî bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soz didin ku dê fikrên wan her bidin jiyîn. Wan serî netewandin û em jî weke peyrewên wan dê ji bo vî gelî, zimanî û çandê heta dawiyê têbikoşin.”   PANELA ‘XWEZA Û BAWERÎ’YÊ   Piştre jî bi navê “Dem, mekan, xweza û bawerî” panelek hat lidarxistin. Moderatoriya panelê Fatma Mallkoç bû û ji Ocaxa Şêx Çoban Zeynel Kete, ji Ocaxa Aguçanê Selda Guneş, Prof. Dr. Şukru Aslan, ji FEDA’yê Mahmut Utebay, ji Mele-Seydayê Emîn Ay, ji Ocaxa Dervîş Beyazê Hazir Alî Beyazyildirim û ekolojîst Çetîn Guzel weke axêver tev li panelê bûn.    ‘EM BAWERIYA XWE DIDOMÎNIN’   Ji Ocaxa Aguçanê Selda Guneş anî ziman ku yên ku demekî dirêj nehiştin elewî bikevin mizgeft, dêr û sînagogan, heqaret kirin. Guneş, wiha domand: “Tevî ewqas komkujiyên îktîdaran jî em baweriya xwe dijîn. Şengal, jenosîdeke. Lê di heman demê de tiştên li Dêrsimê hatine kirin jî jenosîd in. Her çend were paşguhkirin û wateyeke cuda lê were barkirin jî, li Dêrsimê li dijî kurd û elewiyan qirkirin hate kirin. Divê bi vî awayî were pênasekirin. Em nikarin bi veşartina van derdan bi komkujiyê re hevrû bibin.”    ‘HÛN NIKARIN BI DARÊ ZORÊ LI GUNDÊ ELEWIYAN MIZGEFTÊ ÇÊBIKIN’    Ji Mele-Seyda’yê Emîn Ay jî bi gotina “Hûn nikarin bi darê zorê li gundê elewiyan mizgeftê çêbikn” dest bi axaftina xwe kir û wiha pê de çû: “Armanca ji vê ew e ku elewiyan qir bikin. Hûn nikarin ji ber baweriyê êrişî civakekê bikin.”    ‘YÊ JI ÎQRARA XWE VEDIGERE JI ME NÎNE’    Ji Ocaxa Şih Çobanê Zeynel Kete jî ev tişt anî ziman: “Her mekanê me yê zilm li ser tê kirin û civaka me ya rastî pişaftinê tê, di dawiya dawî de derbeyeke li îkrara me ye. Heke bixwazin baweriya me asîmîle bikin, sedemeke vê heye. Dema ev civak bêîqrar û bê ocax ma, bêrih dibe. Yên ji îqrara xwe vedigerin ji me nînin.”    ‘PERGALA OCAXÊ TIŞTEKÎ NÛWAZA YE’   Prof. Dr. Şukru Aslan jî da zanîn ku xala hevpar a hemû elewiyan pergala ocaxê ye û wiha bi dawî kir: “Pergala ocaxê, pergaleke nûwaze ye. Li gel ku belgeyeke nivîskî nîne, vê çanda ocaxê bi sedan salan civak li gel hev girtiye. Heke hûn pergala ocaxê ji baweriya elewiyan derxînin, dê baweriya wan têk biçe.”    Mîhrîcan îro dê bi serdanan bidome.