53 sal in kasetfiroşiyê dike 2023-06-20 09:02:24 AMED - Mûhîttîn Akbey ku 53 sal in kasetfiroşiyê dike, bal kişand ser girîngiya çandê û got: "Armanca me ne firotin e. Em dixwazin ku nifşên nû bên vir bibînin."    Mûhîttîn Akbey, 53 sal in kasetfiroşiyê dike. Akbey bi 40 hezar kasetên li cem xwe hem bîrê hem jî dîrokê diparêze. Ji dikana wî ya 20 metrekare ya li navçeya Sûrê ya Amedê, dengê Karapêtê Xaço, Eyşe Şan, Şakiro û gelek dengbêj û hunermendan olan didin û bala welatiyên li kuçe û kolanan dikşîne.    Akbey bilêv kir ku malbata wî ji salên 1970'yî ve vî karî dike û got ku di zarokatiyê de bala wî kişandiye û ji 7 saliya xwe ve bi vê çandê mezin bûye. Akbey ragihand ku di arşîva wî de 40 hezar kaset hene û got: "Berê plakên 45 û 33 hebûn. Paşê teybên makara derketin û bi dû re jî kasetên klasîk derketin. Kasetfiroşî piştî 1980'yî berbelav bû. Kasetên hemû hunermendan hene. Mesela hunermend hene 20 kaset çêkirin. Her 20 kaset jî li cem min in."    RÊWÎTIYA BER BI DEMÊ VE   Akbey destnîşan kir ku armanca wî ne firotin e, parastina bîra çandî ye û wiha pê de çû: "Em ji bo siberojê, ji bo ciwanên xwe xizmetê dikin. Wekî berê kes nakire, lê ez niha li vir tenê xizmeteke çandî dikim. Sirf bila ciwan werin li vir wêneyan bigirin, dîmena vir bibînin û dest bidin kasetan. Hin mirovên ji bo betlaneyê tên bajêr tên vir, kesên bala wan li ser radibirdûyê tên. Ev kaset, hin kesan ber bi salên 70'yî ve dibe û hin kesan jî ber bi salên 80-90'î ve dibe. Hin kes dibêjin zarokatiya me hat bîra me. Di vî warî de çi ji destê me tê em dikin. Hin kes jî tenê ji bo guhdarkirinê tên. Ez jî teyb vedikim û bi wan didim guhdarkirin."    KASETÊN QEDEXEKIRÎ   Akbey anî ziman ku li cem wî gelek kasetên kurdî jî hene û got ku lê kasetên ku dema kurdî qedexe bûye bi xelasê nexistine. Akbey da zanîn ku berhemên kurdî yên salên 1915'an ve bi plakên 45 hatine tomarkirin li cem wî hene û wiha domand: "Li cem min gelek kasetên kurdî hene. Erebî, kurdî, zazakî ferq nake, bi hemû zimanan kaste hene. Huner, huner e. Bi kîjan zimanî dibe bila bibe, hemû ziman dewlemendî ye. Kurdî berê qedexe bû. Piştî 2000'î serbest bû, em jî rihet bûn. Me êdî bi riehtî difirot. Berê me nikaribû ên kurdî bifiroşe. Tê bîra min, di salên 1970'î d ekasetên kurdî yên hebûn. Lê HHesen Cizrawî, Eyşe Şan, Mahmût Kizil wê demê qedexe bûn. Ji ber ku di dema Kenan Evren de qedexe hebû, depoyek me hebû û me ew di depoyê de vedişartin. Lê li wir xera bûn. Ew çand hemû mir. Me hew karibû ew berhev bikin. Hemû talan bûn. Niha ji bo heman tişt çênebe, em wan diparêzin. Em ên windayî jî berhev dikin."    Akbey bal kişand ser serdema teknolojiyê û çanda populer û got: "Kasetfiroşî nema, lê em li ber xwe didin." Akbey destnîşan kir ku ji bo ev çand winda nebe li ber xwe didin û got: "Em naxwazin mirov kasetan jibîr bikin."    MA / Eylem Akdag