Tîyatro Îmge bi 2 lîstikan derdikeve pêşberî şanohezan 2023-04-12 13:07:13 STENBOL - Tîyatro Îmge dê bi lîstika “Navê min” ku çîrokeke xwe parastinê ye û lîstika bi navê “Mirin di xewê de bû” ku qala îşkenceya li girtîgehan û berxwedana li dijî vê tê dayîn dike di 13-14’ê nîsanê li Kadikoyê derkeve pêşberî şanohezan.    Tiyatro Îmge ya di bin banê Weqfa Zanîst Perwerde Estetîk û Çandê (BEKSAV) de hatiye avakirin, 20 sal in xebatên xwe didomîne. Tiyatro Îmge wê di 13 û 14’ê nîsanê de lîstikên bi navê  “Navê min (Benim Adim)” ku çîrokeke xwe parastinê ye û lîstika bi navê “Mirin di xewê de bû (Ölüm Uykudaydi)” ku qala îşkenceya li girtîgehan û berxwedana li dijî vê tê dayîn dike li ser Dika Eylul a li navçeya Kadikoyê pêşkeşî şanohezan bike.    Nivîskara Şanoyê û lîstikvan Ayşenûr Demîr têkildarî xebat û lîstikan de axivî.    ÇÎROKA KU 4 JIN GIHANDIN HEV   Demîr, anî ziman ku weke Tiyatro Îmge lîstikên ku du sezonin dilîzin hene û wiha got: “Yek ji van lîstikan lîstika ‘Mirin di xewê de bû’ ya Cûma Boynûkara nivîsandiye û Ahmet Ûçar listiye ye. Ev lîstik çalakiyên greva birçîbûnê digire dest. Ya din jî ya ku min nivîsandiye lîstika ‘Navê min’ a çîrokeke xwe parastinê ye ye. Di vê lîstikê de ji 4 nifşan 4 karakter hene. Lîstik çîrokeke xweparastinê ye ku 4 nifş jin lê hene û çîrokên van jinan dibin yek. Temaşevan esas dê dawiya lîstikê bibînin ku karaktera Meryemê wê li dijî hevjînê xwe xwebiparêze. Di mijara jinan de pêvajo her tim gelek dilşewat dibin. Ji ber vê ev lîstik ji bo me pir bi qîmet e. Xweparastin maf e, wê di çîroka me de temaşevan bibînin ku çima ev yek maf e.”   DI 13 Û 14’Ê NÎSANÊ DE    Lîstika bi navê “Navê min” dê di 13’ê nîsanê de li ser Dika Eylul a li navçeya Kadikoyê saet di 20.30’an de bê nîşandan. Lîstika bi navê “Mirin di xewê de bû” jî wê di 14’ê nîsanê de dîsa li ser Dika Eylulê bê pêşandan.