Konsera 'serê salê' hat lidarxistin 2023-01-13 23:07:18   AMED - Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, bi boneya “Sersala Kurdan” konserek li dar xist.    Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, li Eywana Dawetê ya Avayê ya li navçeya Peyasê ya Amedê bi boneya serê salê konserek li dar xist. Konser rastî eleqeyeke mezin hat. Gelek welatî ji bo pîrozkirina serê salê hatin konserê. Her wiha gelek partiyên siyasî, sazî û dezgehên Amedê jî tevlî konserê bûn. Di konserê de hunermendên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Hediye, Kadîr Çat û Azad Bedran derketin ser dikê û bi stranên xwe guhdarvanan mest kirin.   Di şahiyê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Hunermendên ku derketin ser dikê stranên xwe diyarî kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane û girtiyên azadiyê kirin. Ciwanan jî bi coşeke mezin govend gerandin û sersalê pîroz kirin.   Konser bi çepikan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.