Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin 2023-01-13 20:09:18   ŞIRNEX - Li Cizîrê  serê salê bi coş hat pîrozkirin.   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belekê li avahiya komeleyê serê salê pîroz kir. Rêxistina HDP’ê ya bajêr û navçeyê û gelek welatî tevlî bernameyê bûn.   ‘BILA BIBE WESÎLEYA JIYANEKE AZAD’   Bername bi axaftina Hevserokê Komeleya Çand û Ziman a Birca Belekê Cahit Akil dest pê kir. Akil xwest ku ev sal bibe sala azadî û aramiyê û got: "Çanda kurdan gelek dewlemend e. Em dixwazin ku vê çanda xwe bidomînin. Dar li ser koka xwe şîn dibe. Di vê pêvajoyê de gelê kurd xwedî li çanda xwe derdikeve. Sersal ji bo ku mirov hin armanca bide pêşiya xwe destpèka hin tiştan e. Em hêvî dikin ku sala 2023’yan bibe wesîleya jiyaneke aram û azad.”    Piştî axaftinan bername bi stranên Kolektîfa Awazên Azad û helbestwxendinê berdewam kir. Bername govendgerandinê bi dawî bû.