Li Bismilê zarokan ji bo 15'ê Gulanê resm xêz kirin 2022-05-10 20:26:30   AMED - Di çarçoveya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li navçeya Bismilê ji bo zarokan bernameyeke ziman û çandê hat lidarxistin.      Çalakiyên ku bi pêşengiya Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî, ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî tên lidarxistin îro jî berdewam kirin. Ji aliyê Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, MA Muzîkê ve li taxa Seyrantepe ya navçeya Bismil a Amedê bernameyek hat lidarxistin.    Destpêkê biş erbaneyan meş hat lidarxistin û piştre jî alfebaya kurdî fêrî zarokên taxê hat kirin.    Dûre jî serçavê zarokan hat boyaxkirin û resm hatin xêzkirin. Zarokan, li ser potekî spî tiştên ku xeyal kir xêz kirin.    Her wiha ritma muzîkê jî fêrî zarokan hat kirin û zarokan bi hev re strana Aram Tîgran a "Zimanê Kurdî" gotin.    Bername bi gerandina govendê bi dawî bû.