Li Edeneyê şevbihêrka dengbêjan 2022-02-21 22:22:32   EDENE - Li Edeneyê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî bi şevbihêrkeke dengbêjan hat pîrozkirin.    Li Edeneyê Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê, di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî de li avahiya xwe şevbihêrkeke dengbêjan li dar xist. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Edeneyê, aktivîstên Tevgera JinêN Azad, endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û rêvebirên ÎHD'ê jî di nav de gelek tevli şevbuhêrkên bûn.    'XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKEVIN'   Di çalakiyê de ewilî Dengbêj Hediye axivî. Hediye bal kişand ser girîngiya zimên û bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin.    Di çalakiyê de bi kilama "Ey Serokê Me" ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, tecrîda li Îmraliyê hat şermezarkirin. Dengbêj Evdila Aykût jî bang li hermû dê û bavan kir ku zarokên xwe bişînin dîwana dengbêjan. Dengbêj Suphiye Bayav jî li ser tecrîda li ser Ocalan sekinî û destnîşan kir ku zimanê kurdî bi saya têkoşîna Ocalan û gelê kurd hatiye vê merheleyê, lewma deyndarê Ocalan in. Bayav, bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin.   Hozan Siwar jî ku got "Ziman tune be, civak jî tune ye" destnîşan kir ku kurdî tevî hemû polîtîkayên bişavtinê jî xwe diparêzer.   Şevbihêrk bi kilamên dengbêjan bi dawî bû.