Kovara Philosophia bi hejmara taybet derket 2022-02-05 12:09:01   AMED - Kovara Philosophia bi hêjmareke taybet ji Weşanxaneya NA’yê derket. Weşanxaneyê da zanîn ku armanca kovarê ew e ku xwe bigihînin xwendevanên felsefeperwer.    Weşanxaneya Na’yê ku li Îzmîrê ye, kovara felsefeyê ya bi navê Philosophia çap kir. Kovar bi hejmara taybet hat derxistin. Weşanxaneyê li ser malparê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û da zanîn ku wan biryara çapkirina kovareke felsefî ya bi kurdî da ye. Weşanxaneyê diyar kir ku Kovara Philosophia dê her çar mehan carekê bê çapkirin û zaravayên kirmanckî û Soranî jî tê de hene.   Weşanxaneyê bi bîr xist ku wan 6 sal berê bi navê ‘Felsefevan’ dest bi weşandina kovareke felsefî kiribûn lê ji ber hinek kêmasiyan, tenê karîn sê hejmarên kovarê biweşînin. 6 sal piştre jî Weşanxaneya NA’yê dest bi weşandina kovarê kir.    Di nivîsa weşanxaneyê de armanca kovarê wiha hat vegotin: “Hinek warên felsefî da berdestîya zarûzimanê kurdî ye. Ji bo me ya girîng, qualita guncaviya (content) metnan û xwegihandina xwendevanên felsefeperwer e. Hêviya me heye em dê bikaribin weke komeke xebatê karê xwe bikin û xwe bigihînin termînologiayek baş a felsefê. Hejmara destpêkê dê taybet be û pişt re dê hejmara pêşîn were weşandin.”   Her wiha hat destnîşankirin ku rêveberiya kovarê civaknas û felsefevan Alî Gurdilî, edîtoriyê fîlolog û nivîskar Raîf Yaman û gerînendetiya weşanê jî Berfo Barî dike.