Elqeyeke mezin ji bo qursa kurdî ya li Mamakê 2022-01-30 09:17:47   ENQERE - Ji heft saliyan heta heftê saliyan gelek kes eleqeyeke mezin nîşanî qursa zimanê kurdî ya rêxistina HDP'ê ya Mamakê dide. Kesên tevli qursê bûne, bang kirin ku her kes xwedî li zimanê xwe yê zikmakî derkeve.    Eleqeyeke mezin ji bo qursên zimanê kurdî heye. Kesên ji bêgavî koçî bajarên rojavayê Tirkiyeyê kirine ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî bênavber hewl didin. Qursa zimanê kurdî ya rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mamakê ya Enqereyê rastî eleqeyeke mezin tê. Qurs heftê rojekê û 4 saet e. Ji 12 saliyan heya 62 saliyan gelek kes tevli qursa zimanê kurdî dibe.    DIXWAZE BIBE MAMOSTEYÊ KURDÎ   Mûhammet Alî Kûrt ê 12 salî anî ziman ku li mala wan bi kurdî tê axaftin, lê ew fêm nake û ji bo vê hatiye qursê. Kûrt got: "Ez qenalên kurdî temaşe dikim. Stranên di wan de bala min kişandin. Meraqa min ji vir tê. Dixwazim xwe pêş bixim û paşê dersê bidim."   Kûrt, bang li hevtemenên xwe kir û got: "Ger hebin qursên kurdî li bajarên we biçin wan, ger tune bin li ser înternetê hîn bibin."    Nişmiye Kart a 62 salî jî anî ziman ku ew bi zaravayê kirmanckî dizane, lê ji bo zaravayê kurmancî hîn bibe hatiye qursê û got: "Ji bo ez nûçeyên kurdî baş fêm bikim hatim qursê. Divê zimanê zikmakî neyê jibîrkirin, bigihê nifşên nû. Divê hejmara kursên wiha bê zêdekirin. Divê kurdî ji dibistana seretayî heya zanîngehan bibe zimanê perwerdehiyê. Divê li her derî kurdî azad be. Jiyana gelekî girêdayî zimanê wî yê zikmakî ye. Ger ziman bimire, ew gel jî dimire."    ‘DIVÊ BIBE ZIMANÊ HEVPAR Ê GELAN'   Ercan Ozben ê ji Yozgatê jî got: "Min his kir ku gava mirov nebe şirîkê êşên gelê kurd, kêmasî ye. Lewma tevli qursê bûm. Dixwazim kurdiya xwe pêş ve bibim. Her wiha divê kurdî jî bibe zimanê hevpar ê gelan. Di vî warî de çi ji destê me bê em ê bikin. Li herêma Mamakê çi kurd çi tirk ferq nake, her kesî vedixwînim vê kursê."    Yilmaz Yavûz jî got: "Ji bo ez nasnameya xwe, paşeroja xwe baş fêm bikim tevli qursê bûm. Lidarxistina vê qrusê pir baş bû. A rast diviyabû em di zarokatiya xwe de hîn bibin. Em bi salan hatin asîmlekirin. Ji bo kurdiya xwe pêş ve bibim hatim vira. Kurdî divê wekî hemû zimanên cîhanê bibe zimanekî hevpar. Banga me ji bo her kesî ye; bi kurdî biaxivin. Ev perwerdehî divê li seranserê Tirkiyeyê belav bibe."    ‘EM Ê BI SER BIKEVIN'   Mamosteyê qursê Mûrat Kayataş jî got: "Di demên dawî de ji bo kurdî gelek kampanya hatine çêkirin. Gava me bi gelê Mamakê re xeber da, gelekî xwestin tiştekî wiha çêbibe. Me jî dest pê kir. Di 2 rojan de 17 hevalên me qeyda xwe çêkirin. Ev ji bo me bû cihê moral û kelecanek mezin. Divê em li dijî polîtîkayên asîmlasiyonê bitêkoşin. Me ji bo pêşeroja kurdî ev xebat kir. Em bihêvî ne, em ê bi ser bikevin."