Weşanên Aryenê 2 pirtûkên din ên çîrokan weşandin 2018-02-10 09:04:30 AMED – Weşanên Aryenê 2 pirtûkên nû çap kirin. Pirtûk bi çeşnê xwe çîrok in û bi kurdî û tirkî ne. Çîrokên pirtûkan bal dikişînin ser jiyana mirovên vê xakê.  Weşanên Aryenê 2 pirtûkên nû çap kirin. Herdu pirtûk bi çeşnê xwe çîrok in. Yek jê "Kaniya Xezalan" a A. Selam Baran û ya din jî "Yaşamın Kıyısından Umuda” a Îsmet Taş e. Xwendevan dikarin li pirtûkfiroşan herdu pirtûkê nû hatine çapkirin peyda bikin.    KANIYA XEZALAN   A. Selam Baran 24 salin di girtîgehê de ye û hewl dide di girtîgehê de berheman li wêjeya kurdî zêde bike. Berê jî nivîs û çîrokên nivîskar di Rojnameya Azadiya Welat û Kovara W'yê de hatine weşandin û vê pirtûka xwe ya nû diyarî hevrêyê xwe yê li Serhedê jiyana xwe ji dest daye dike. Di pirtûka Baran de şopên çîrokên gelêrî dixuyên û navê çîrokên di pirtûka wî de wiha ne: “Pîra Sînemê”, “Xewna Salan”, “Kaniya Xezalan”, “Kevok”, “Mîrê Mîran”, “Bêbextî”, “Gola Xezalan”, “Hevdîtin”, “Elî Ciwan”, “Sonda Seyitxan”, “Di Dara Kevotê De Evîneke Nexşkirî”, “Sînorê Bêdengiyê”, “Megirî Delala Min”, “Zilamê Serbilind”, “Hêviyeke Nû”, “Çalakiya Lastîkan”.   9 ÇÎROK CIH DIGIRIN    Girtiyê siyasî Îsmet Taş jî di girtîgehê de dest bi nivîsandinê dike û niha jî bi pirtûka xwe ya bi navê “Yaşamın Kıyısından Umuda (Ji perava jiyana ber bi hêviyê ve)” vê serpêhatiya xwe ya nivîsandinê didomîne. Berê jî bi pirtûkên wî yên helbestan ên bi navê “Kalıp Korkmaktansa Gitmektir Yaşam” û "Arîn Mîrxan"ê hatibûn çapkirin. Di vê pirtûka wî ya nû de çîrokên bi ser navê “On Dört Yıl Sonra”, “Günahkar”, “Uçurumun Kıyısı”, “Yeter ki Bana Dokunmasın”, “Beklentilerini Yükselt”, “Elde Var Umut”, “Acı Dolu Anlar”, “Dilbirîn”, “Yol Hikayemde Sen” cih digirin.