Wênesazên jin bîrê bi zimanê hunerê bi ruh û can dikin 2021-08-24 09:00:32 VAN - Neşe Toprak û Senan Dogan Dagdevîren ku di berhemên xwe de bal kişandine ser çalakiyên greva birçîbûnê û tiştên di dema qedexeyên derketina derve de qewimîne, hewl didin bîrê bi zimanê hunerê zînde bihêlin.  Neşe Toprak û Senan Dogan Dagdevîren di Mîhrîcana Jin, Xweza, Çand û Hunerê de ku ji aliyê Meclîsa Jinan a HDP'ê ve li Wanê hat lidarxistin, pêşangeh vekirin û wêneyên wan gelekî bal kişand. Wênesazên jin di wêneyên xwe de bal kişandine ser çalakiyên greva birçîbûnê, pêkanînên di dema qedexeyên derketina derve de rû dane û gelek mijarên din. Wênesazan anî ziman ku hewl dane pêkanînên li Kurdistanê bi zimanê hunerê vebêjin.    Wênesaz Neşe Toprak, anî ziman ku piştî wexteke dirêj mîhrîcaneke jinan hatiye lidarxistin û ev ji bo wan cihê kêfxweşiyek mezin e. Toprak got: "Em kêfxweş in ku em hunermendên jin tevli vê mîhrîcanê bûn. Pênc hunermendên jin li vir xwe anîn zimên û xebatên xwe nîşandan. Eleqeya mirovan pir baş bû ji bo xebatên me. Meraq kirin, xwestin em behsa xebatên xwe bikin. Me jî vegot û ev li xweşa me çû."    ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Toprak ku çar berhemên wê di pêşandanê de hati nîşandan, diyar kir ku van xebatên xwe yên li ser kaxezên rojnameyan çêkirine, diyarî jinên girtî yên di greva birçîbûnê de kiriye.    Toprak, got: "Ji ber ku em bûyeran tenê ji çapemeniya xwe dibihîsin min li ser rojnameyan xêz kir. Yanî çapemeniyên din vê nakin rojev. Min ev jî daxilî nav kir û xwest balê bikişînim ser vê û min diyarî jinan kir ku di şert û mercên dijwar de têkoşîna xwe didomînin. Ev xebat bi fikireke xurt derketin holê. Min rengê jî emilandiye. Şîn, hêvî ye. Reş, hebikekî din tarî ye. Min her du bi hev re emilandine, lê şîn hîn bêtir. Huner, peyamdayîn e. Heger qewimînek hebe, divê ew bigihê civakê. Em jî vê yekê, bi zimanê hunerê dikin."   Toprak, destnîşan kir ku divê hûner ji bo civakê bibe ronahî û divê ev yek bibe xema hunermend. Toprak got: "Çalakiyên greva birçîbûnê, hemû jinên kurd û herêma Kurdistanê eleqedar dikin û pirsgirêkeke cidî ye. Hê jî didomin. Divê em di xebatên xwe de tim bal bikişînin ser vê. Divê her kes di qada xwe de vê bike. Hunermend bi hunera xwe, çapemenî bi nûçeyên xwe, hin kes bi zimanê xwe tim bikin rojev."    Toprak, diyar kir ku dixwaze xebatên xwe li her çar perçeyên Kurdistanê bigerîne û nîşanî gel bide.    JI ROJNAMEYAN BER BI KEVALAN    Wênesaz Senan Dogan Dagdevîren jî ku li ser hunera têgînî hûr dibe, di berhemên xwe de nûçeyên rojnameyan ên derbarê qedexeyên derketina derve de li kevalê bar kiriye. Dagdevîren, da zanîn ku berê xebatên xwe bi navê "Rojev Bîr" li Pale Art Hausê nîşan dane û got: "Gava min xebatên xwe xêz kirin, a rast min hêrsa xwe ya li hemberî bûyeran xêz kir."    Dagdevîren, destnîşan kir ku dê pêvajoyên gel tim bi awayekî herî rast bidin der.