Çîroka behsa çalakiyên greva birçîbûnê dike: Olum Ûykûdaydi 2021-08-15 09:03:36   STENBOL - Ahmet Ûçar ku lîstika "Olum Ûykûdaydi" ya derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û çalakiyên greva birçîbûnê de nîşan da, anî ziman ku di lîstikê de hêvî tê birêxistinkirin.    Lîstika şanoyê "Olum Ûykûdadi" ya ji aliyê nivîskar Cûma Boyûnkara ve hatie nivîsandin, ji aliyê Tiyatro Îmgeyê ve hat nîşandan. Di lîstikê de tenê kesek dilîze û ji aliyê Hevserokê BEKSAV'ê Ahmet Ûçar ve tê nîşandan. Promiriyera lîstikê di Gulanê de hat kirin.    Lîstik behsa têkoşîna 4 girtiyên ku nivîskar, wênesaz, muzîkjen û şanoger in û di hucreya girtîgeheke Arjantînê de ne dike. Her wiha îşaret bi pêkanînên li Girtîgeha Amedê ya Jimare 5'an qewimîne jî dike.    Derhênerê lîstikê Onûrcan Çelebî û lîstikvan Ahmet Ûçar behsa lîtikê kirin.    HÊLEKE WÊ YA GERDÛNÎ HEYE    Çelebî, anî ziman ku lîstik balê dikişîne ser Girtîgeha Amedê, ferzkirina yekkincî ya li Îrlandayê, pêvajoyên darbeyê yên li Amerîkaya Latîn û rojiyên mirinê yên li TIrkiyeyê. Çelebî, bilêv kir ku faşîzm tenî unîformayê xwe guherandiye û vê yekê di lîstikê de jî dane der û got: "Kûrbûn û qalîteya lîstikê pir bilind e. Heger nivîskarekî şanoyê yê kurd ev nîvîsandibûna, belkî jî li seranserê cîhanê daxilî nav klasîkên modern bûbûna."    Çelebî, da zanîn ku di lîstikê de 4 karakterên baş û 5 îşkencekar di kesekî de kirine yekpare û got: "Çendî di lîstikê de 4 kesên cuda hebin jî, a rast ê ku dîlîze tenê kesek e. Em di lîstikê de leqayî trawma, bîranên û cîhana xeyalî a Marucio Varella tên."    ‘ŞAXVEDANA HÊVIYÊ'    Çelebî, diyar kir ku di lîstikê de li gel rojiya mirinê, bal kişandine ser texrîbata ji ber îşkenceya û serîrakirina li hemberî vê û got: "Em li ser wehşeta faşîmzê disekin ku bê li girtîgehê çi aniye serê mirovekî. Meseleya sereke ya lîstikê ev e. Di lîstikê de tiştên ku dewlet tîne serê mirovekî an jî dê bîne serê mirovekî tên lêpirsînkirin. Ev kese, bi îşeknceya derûnî û fîzîkî re rû bi rû ma, lê li ber xwe da. Hem bi hişê xwe hem jî bi fizîkî têdikoşe. LI gel van zor û zehmtiyan jî îşaret bi hêviyê dike. Behsa şaxvedana hêviyê dike."    HÊVÎ TÊ BIRÊXISTINKIRIN    Ahmet Ûçar jî destnîşan kir ku di lîstikê de "faşîzm" tê lêpirsînkirin û li dijî vê bal kişandine ser hêviya şoreşgeran jî. Ûçar got: "Hêviyê birêxistin dike. Destnîşan dike ku bê rêxistinbûyîn çi qasî girîng e. Di lîstikê de çîroknivîsî jî heye. Karakter, hêviyê bi çîroknivîsînê birêxistin dikin."    BEHSA ESAT OKTAY JÎ TÊ KIRIN    Ûçar, bilêv kir ku çendî ku çîrok li Amerîkaya Latîn derbas dibe jî, lê di di çîrokê de îşkencekarê Girtîgeha Amedê Esat Oktay jî tê xuyakirin.    RASTIYA OCALAN    Ûçar, bal kişand ser bi hezaran girtiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne jî û destnîşan kir ku lîstik li dijî hemû pergalên tecrîdê qîrînek e. Ûçar, bilêv kir ku di serdemeke ku çalakiyên greva birçîbûnê hene, lîstik girîngtir û watedartir dibe û got: "Girtî, dixwazin Abdullah Ocalan hevdîtinê bi malbata xwe re û parêzerên xwe re bike. BIbîr dixin ku ev mafine qanûnî ne. Doza mafên herî mirovane dikin. Li ser Ocalan pêvajoyeke taybet heye. Lê êdî girtiyên din jî bi heman rewşê re rû bi rû ne. Li hundir Ocalanek heye ku li dijî yektîpiyê û faşîzmê têdikoşe."    Ûçar, destnîşan kir ku Ocalan li dijî teslîmbûnê û faşîzmê li ber xwe dide û girtî jî ji bo vê bedena xwe û hişê xwe ku tekane çeka wan e bi kar tînin û got: "Ev rastî, tenê ne pirsgirêka girtîgehan e. Yektîpî tê ferzkirin. Bi salan e girtî li ber xwe didin. A girîng ev berxwedan li derve jî belav bibe."    MA / Mehmet Aslan