Şanoger Kuşku: Her serdem hunermendê xwe diafirîne 2018-02-08 09:20:11 ÎZMÎR - Endamê Duvara Karşı Tiyatro Topluluğu (Civaka Şanoyê ya li Hemberî Dîwar) Vedat Kuşku, da zanîn ku li dijî hegemonyaya desthilatdariyê her serdem hunermendê xwe diafirîne û wiha got: "Em winda bikin jî em ê dîsa dest pê bikin, lê ew têk biçin ew ê ji dîrokê paqij bibin." Civaka Şanoyê ya li Hemberî Dîwar bi fikra "hunera muxalîf" di sala 1993'yan de li Îzmîrê ket rê, heta niha gelek lîstikên serkeftî derxist holê. Koma şanoyê tişta ku dixwazin bêje, li salon û kuçeyên ku lîstikên xwe pêşkêş dikin, bi temaşevanan re parve dike. Kom bi kadroyeke 12 kesî perwerdeya şanoyê jî dide zarokan, di heman demê de bi xwendina çîrok û ji nû ve nivîsandina çîrokan re xebateke drama derdixe pêş. Kom bi vê xebata xwe di şibakeyeke cuda de cîhanekê nîşanê zarokan dike.   Lîstikvanê komê Vedat Kuşku, di serdema OHAL, KHK'ê de rewşa li Tirkiyeyê, operasyona li dijî Efrînê, dîsa di nava dengê şer de hunermend û huner di çi astê de ye, bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.   NAVÊ XWE JI HELBESTA NAZIM HÎKMET DIGIRE   Kuşku Koma Şanoyê ya li Hemberî Dîwar, wekî hêzeke li dijî pergalê dibîne, navê 'Duvara Karşı' (Hemberî Dîwar) ji helbesta Nazim Hîkmet a 'O Duvar' (Ew Dîwar) digire.   Kuşku destnîşan kir ku di çarçoveya tiştên li Tirkiyeyê diqewimin de ew amadekariyên nû dikin, ji bo wê jî lîstika bi navê "Şer û Aştî" ya zarokan amade kirine û ev tişt got: "Di heman demê de îro Tirkiye û Sûriyeyê yên li dijî Efrînê hene. Ji bo wê me lîstika Wolfgang Borchert a 'Kapıların Dışında' (Derveyê Deriyan) amade dikin û dê di meha Adarê de derkeve ser dikê. Ev lîstik balê dikişîne ser şer."   ‘DIXWAIN CIVAKEKE STÛXWARKIRÎ BIAFIRÎNIN’   Kuşku da zanîn ku ji ber tiştên di demên dawî de li Tirkiyeyê diqewimin, huner jî gelekî jê bandor dibe û wiha pêde çû: "Wekî pergal em dikarin Tirkiyeya berî AKP'ê û piştî AKP'ê wekî du beşan derxin pêş. Berî sala 2002'yan li Tirkiyeyê zextek li ser hunerê hebe jî, bi serdema AKP'ê re di warê polîtîka, perwerde û zanyariyê de xwestin civakeke stûxwarî biafirînin."   'HUNERA MUXALÎF ASTENG DIKIN'   Kuşku, bal kişand ser lîstika "Dîktator" a Bariş Atay û Duygu Şahlar ya bi rêya KHK'ê ji dibistanê avêtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lîstikên wan li gelek deveran qedexe kirin. Dîsa wekî mînak berî 2 hefteyan me xwest em lîstikekê derxin ser dikê, lê Miduriyeta Perwerdeya Îzmmîrê bi hinceta 'Em naxwazin zarokên me biçin şanoyê' lîstika me betal bû."   Kuşku anî ziman ku li Îzmîrê Navenda Çanda Mezopotamya, Navenda Çandê ya Ronahiya Heyvê û Navenda Çandê ya Deriyê Nû ya Îzmîrê bi KHK'ê hatine girtin, di vê serdemê de zext gelekî zêde bûne û dixwazin pêşî li hunera muxalîf bigirin.   'EM WINDA BIKIN EM Ê DÎSA DEST PÊ BIKIN, EW WINDA BIKIN EW Ê TÊK BIÇIN'   Kuşku bi lêv kir ku ji ber Makeqanûna 1980'ê li kuçeyan şano qedexe bû, ji ber wan li kuçeyan şano lîstiye gelek caran hatine binçavkirin û wiha got: "Me hemû zextên desthilatdariyan derbas kir em hatin vê rojê. Pirsgirêkeke me ya herî piçûk jî tune. Her serdem hunermendê xwe diafirîne. Mînak vê pêvajoyê lîstika 'Suikast' (Sekvanî) bi me da nivîsin, behsa vê demê dike. Bi şêweyekî ew hegomoniya xwe li ser me ferz dikin. Em jî bandora xwe didin nîşan û em dizain ku em têk winda bikin jî, emê ji nûve dest pê bikin, ew winda bikin ewê ji dîrokê paqij bibin. Her dem hêviyên me hene, dewam dike."   Kuşku diyar kir ku ew bertekên xwe yên li dijî şer bi lîstikan derdixin pêş û wiha axivî: "Di vê serdemê de şerê bi destê dewlemendan tê pêşxistin. Bi vê fikrê dikujin. Di vir de em rasterast bi ailiyê xwe yê polîtîk mudaxale dikin. Yanî em wekî hunermend şer naxwazin."   'EM Ê TEQEZ BI SER KEVIN'   Kuşku destnîşan kir ku divê di vê serdemê her kes xwedî li saziyan derkeve û kes di malê xwe de rûnenê, dê ev pêvajo çawa bê derbaskirin fikr bi pêş bixe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji ber ku em bi tiştên ku dikin kêliyeke berî demekî yê li cihanê diqewime qeyd dikin. Yanî ev axaftin nehata kirin, cîhana berî 10 salan li gorî daxwaza me bibe, dê piştî 9 sal û 11 mehan bibe. Ji bo wê divê di vê demê de çi pêwîst bike divê em xwedî lê derkevin û bixebitin. Ji ber ku heke em nexebitin dê ev cîhan hêj zêdetir xirab bibe. Yanî dema em bi dikandar, ajokarê otobusê, karkerên ku em bi wan re dixebitin û hunermendan re diaxivin, rêveçûneke ne baş heye, lê gel her tiştî hêviyek jî heye. Ji ber wê teqez em ê bi ser kevin."