Projeya wêjeyê Belongings li benda beşdarên xwe ye 2021-07-27 19:05:51   AMED - Projeya wêjeyî Belongings ku projeyeke wêjeyî ya guherî ye û ji Amedê ji aliyê Wêjegeh Amed û ji Swêdê jî ji aliyê Jokkmook’tan Tjállegoahte – Författarcentrumê ve tê organîzekirin û li ser hevkartêkiya zimanê kurdî û samî hatiye avakirin, li benda beşdarên xwe ye.    Projeya wêjeyî Belongings ku projeyeke wêjeyî ya guherînê ye û ji Amedê ji alî Wêjegeh Amed û ji Swêdê jî ji alî Jokkmook’tan Tjállegoahte – Författarcentrumê ve tê organîzekirin û li ser hevkartêkiya zimanê kurdî û samî hatiye avakirin, li benda beşdarên xwe ye.    Wêjegeh Amed, wêjegehek e ku li ser avakirina civakeke ji wêdetirê sînoran hûr dibe û hewil dide ji bo Wêjeya Kurdî û pircureyîya derbiranên çandî, biwareke bervekirî ava bike. Tjállegoahte – Författarcentrum jî wêjegehek e li Skandînavyaya bakur e û li ser çand û wêjeya samiyan hûr dibe. Belongings li xwe dike armanc ku dengên jîngehên van her du wêjegehan, bi çalakiyan bîne ba hev ku wê di wêdeya sînoran de bên kirin. Aborîya projeyê, ji aliyê Serbalyozxaneya Swêdê ya Stenbolê û Konseya Çandî ya Swêdê ve tê dabînkirin.     XEBATÊN PROJEYÊ   Proje li benda serîlêdana wan beşdaran e ku di cureyên wekî roman, çîrok, hêçane, helbest, lîstika şanoyê, senaryo, nûçe û hwd. de berheman diafirînin û wekî çalakiyên projeyê; wê di payîza sala 2021’ê de xebatên atolyeyî yên dîjîtal bên kirin û wê di bihara sala 2022’yan de jî li dorhêla Amed û bakurê Swêdê du gerûgeşt bên lidarxistin. Bi rêya vê teksta bangewazîyê, wê pênc nivîskarên kurd û pênc nivîskarên samî bên hilbijartin û ew ê beşdarî şeş atolyeyên dîjîtal û du gerûgeştên çandî bibin. Nivîskar, ji serî heta dawîya bernameyê, hemû hevkartêkiyên ku li wan bûne, hestên xwe yên ku bi wan re çêbûne û tiştên ku ji gerûgeşt û çalakiyan mane ji wan re, wê wekî rojnivîskê binivîsin.    Di dawîya gerûgeştên ku wê di bihara sala 2022’yan de bên kirin, wê rojnivîskên nivîskaran wekî hêçane werin komkirin û bi sê zimanan, bi kurdî, bi îngilîzî û bi samîkî di weşînekeke bi navê “Belongings” de bên belavkirin. Çalakiyên danasînê yên pirtûkê, ji bo ku hayjêbûn û baldariyên li ser hilberandinên wêjeyî zêdetir bibin û ev çalakî bibe sedema avabûna civakên xurt yên pirçandî, wê bi beşdarîya nivîskaran di payîza sala 2022’yan de li dar bikevin.   NAVEROKA ÇALAKIYÊN PROJEYÊ    * Di payîza sala 2021’ê de, li ser mijarên wekî zanav, werger û vegotina çîrokan, şeş xebatên atolyeyî yên navçandî yên dîjîtal.   * Di mehên zivistan û biharê yên sala 2022’yan de, du gerûgeştên li bakurê Swêdê û li dorhêla Amedê.  Di gava gerûgeştan de, bernameyên ku tê de çalakîyên hunerî û wêjeyî cî digirin.   *Di gava atolyeyên dîjîtal û gerûgeştan de, wê rojnivîsk bên nivîsîn.   *Wê bijareyên ji rojnivîskan pêkhatî, bi sê zimanan, kurdî, samîkî û îngilîzî di weşînekeke bi navê “Belongings” de bê belavkirin.   *Bi rêya gotûbêj, panel û çavpêketinan, çalakîyên danasînê yên weşînekê.   Ji bo agahiyên berfirehtir û forma serlêdanê:    www.lisyayinevi.com  @belongings__ @wejegehamed @lisyayinlari @tjallegoahte