Li Erziromê dê yekem car fuara pirtûkan vebe 2018-02-05 14:11:18 ERZIROM - TUYAP di meha Gulanê de, dê cara yekemîn li Erziromê fuara pirtûkan veke.  TUYAP A.Ş'ê, di 2018’an de li gelek bajaran fuara pirtûkan vekirin û amadekariyên li Erziromê jî veke dike. TUYAP’ê Navenda Fuarê ya  Şaredariya Bajarêmezin a Erziromê dewr girt û dê li bajêr fuara pirtûkan veke. Takvîma Fuara TUYAP’ê ya li bajêr, bi piştgiriya Yekîtiye Weşangeriya Tirkiyeyê dê di navbera 8 û 13’yê Gulana 2018’an, bi navê Fuara Pirtûkan a Anatoliya Rojhilat a Erziromê dest pê bike. Dê cara yekemîn li herêmê Fuara Pirtûkên bê vekirin û malovaniya wê jî dê Erzirom bike. Tê payîn ku gelek weşanxane beşdarî fuarê bibin.    Di fuarê de mîna hemû bajarên din, dê şîîr bên xwendin, rojên îmzeyan bên diyar kirin û gelek çalakiyên cûr be cûr  bên lidarxistin. Li bendê ye ku TUYAP, di meha Nîsanê de, derbarê bernameya fuarê de, daxuyanî bide.