Hunermendê kurd Axîn Biro 15 roj in di hucreyê de tê ragirtin 2021-06-27 12:56:18 MÊRDÎN - Hunermend kurd Axîn Biro yê li Girtîgeha Alanya ya Antalyayê tê ragirtin diyar kir ku ji ber ew ketiye greva birçîbûnê 15 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn.  Hunermend kurd Îbrahîm Ertaş ku wek Axîn Biro tê nasîn, di 13’ê mijdara 2015'an de li Îzmîrê bi îdiaya “rêveberê rêxistinê ye” hatibû girtin û 22 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hatiye birîn. Axîn Biro li Girtîgeha Alanya ya Antalyayê ya Tîpa L tê ragirtin. Bi telefonê li gel malbata xwe axivî û behsa binpêkirinên mafan ên diqewimin kir. Biro diyar kir ku nexweşîna prostat û şekir pê re heye û girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah ketine greva birçîbûnê ji ber vê yekê cezayê hucreyê li wan hatiye birîn.    MAFÊN GIRTIYAN BINPÊ DIKIN    Biro destnîşan kir ku ji ew jî ketiye greva birçîbûnê cezayê hucreyê yê 15 rojan lê hatiye birîn û rêveberiya girtîgehê bi ser qawîşan de digire û kelûpelên girtiyan serûbin dikin. Biro anî ziman ku gardiyan zirarê didin pirtûkan, çixareyan dişkênin û diavêjin erdê û zextên derûnî li ser girtiyan disepînin û her wiha mafê girtiyan ên xwarin û sporê jî hatine desteserkirin.    ‘ZILMÊ LI ME DIKIN’    Dayika Biro, Zumret Ertaş bertek nîşanî sepanên girtîgehê da û diyar kir ku lawê wê hunermend e û bi awayek neheq wî xistine girtîgehê. Ertaş bal kişand ser zextên li girtîgehê û got: “Ez heta dawiyê li pey kurê xwe me. Heta mirinê li pê re me. Ez ê paş ve gav neavêjim. Dilê me hemûyan dişewitînin. Divê gelê kurd hemû rabe ser pêya. Çi zarokên me dixwazin? Zilmê li zarokên me dikin. Lawê min xistine ye hucreyê. Zextan lê dikin. Em ê dest ji doza xwe bernedin. Her tim wê serê me bilind be. Em ê vê zilmê qebûl nekin.”