Dêra hezar û 400 salî kirine axur! 2021-06-26 09:00:49 ŞIRNEX - Li gundê Midihê yê Hezexê Dêra Mor Aday a suryaniyan hindik maye hilweşe.  Dêra Mor Aday a suryaniyan ku tê gotin beriya zayînê di sala 620'î de li mezrika Basak a gundê Midihê yê navçeya Hezex a Şirnexê hatiye çêkirin, niha hindik maye hilweşe. Piştî suryanî ji gund koç kirine, Dêra Mor Aday demekê wekî xanî û paşê jî wekî axur hatiye bikaranîn. Gundiyan ji bo parastina dêrê serî li Midûriyeta Çandê û Turîzmê ya Bajêr dane, lê belê midûriyetê daxwaznameya gundiyan red kiriye.    Keyayê gund Mahmût Bûlût, anî ziman ku piştî di sala 1992'yan de suryanî ji gund çûne, tu kesî dêr neparastiye û got: "Emrê vê dêrê 1400 salî ye. Beriya niha ev gund gundê suryaniyan bû. Lê di sala 1992'an de derketin. Piştî çûyina suryaniyan, kesek xwedî li dêrê derneket. Dêr niha wêran bûye û ber bi hilweşandinê ve diçe. Me gelek caran ji Wezareta Çand û Turîzmê xwest ku ev dêra dîrokî bê parastin, lê mixabin her kesekî paş guh kir. Me gelek caran daxwazname jî dan ku bê parastin û di mîrateya UNESCO'de cih bigire. Lê dewletê  ji me re got, bila wisa bimîne. Li vê herêmê dêra herî mezin ev e. Lê di vî halî de hatiye hiştin."    NEYÊ PARASTIN WÊ HILWEŞE    Bûlût, diyar kir ku parastina berhemên dîrokî welatan dewlemend dike û bi vê zanebûnê divê dêr bê parastin û got: "Ev dêr berhemeke gelek serkeftî ye. Ji kevirên wwê heta bi mîmariya wê gelek serkeftî hatiye çêkirin. Heger ev dêr neyê parastin wê heta saleke din hilweşe. Gundî pezê xwe tê de xwedî diçerînin û her kes li gorî keyfa xwe nêz dibe. Her sal di payîzê de suryanî ji Almanyayê tên û li vir çirayan pê dixin. Lê ev tenê têr nake. Divê dewlet vê berhêma dîrokî biparêze."   MA / Zeynep Dûrgût