Ew çû lê helbestên wî man 2021-06-02 12:47:39   AMED - Helbestvanê navdar Ahmet Arîf ku 30 sal berê çû ser dilovaniya xwe, 30 sal in bi helwestên xwe li ser zimanan zindî ye. Helwestvan Hîcrî Îzgoren, anî ziman ku helwestên Arîf di veşartgeha wî de bi hezkirin digere û got: "Hezkirinek e jiyana ji bo wî."    Helbestvanê Kurd ê navdar Ahmet Arîf ku helbestên xwe bi tirkî nivîsîne, 30 sal berê çû ser dilovaniya xwe. Ahmet Arîf bi helbestên xwe bû dengê kesên muxalîf û êşên civakê. Arîf bi gotina "û ez helbestvan in, karkerê namûs e me, ango karkerê dil," Helbestvan Ahmed Arîf, 23'ê Nîsana 1927'ê li Amedê ji dayik bû. Arîf di 2'ê hezîranê 1991'an de li Enqereyê çû ser dilovaniya xwe. Helbestvanekê bi esilê xwe kurd e bi zimanê tirkî dinivîsî.   Helbestvan Ahmet Arîf, navê wî yê rast Ahmed Onal e. Navê bavê wî Arîf Hikmet, navê diya wî Sarê ye. Zaroktiya wî li Amedê û Sêwrekê derbaz bû. Li Sêwrekê dibistana seretayî qedand. Li Rihayê dest bi dibistana navendî kir û li Afyonê qedand. Pişt re, li Enqereyê li Zanîngeha Enqereyê li Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnasiyê, beşa felsefeyê dest bi xwandinê kir. Lê ji ber girtinan xwandina xwe neqedand. Ji ber helbestên xwe gelek caran hat girtin û îşkencekirin. Helbestên wî di navbera salên 1944-1955'an da di kovarên demê da dihatin weşandin. Pirtûka wî ya navdar, bi navê "Min ji hesreta te prange kevn kirin (Hasretinden Prangalar Eskittim) di sala 1968'ê ji bo cara yekê hat weşandin. Ew pirtûka heya niha nêzîkî çil caran hatiye çapkirin û çend kesan ev pirtûk wergerî Kurdî kiriye. Piştî mirina wî hinek helbestên wî ên ku berê di kovaran da hatibûn weşandin û hinekên nû ên ku qed nehatibûn weşandin bi keda Filinta Onal (lawê Ahmed Arîf) hatin berhevkirin û di sala 2003'ê di bin navê Welatê Min Şahtamarê Min (Yurdum Benim Şahdamarım ) da di nava Weşanên Everestê da hatin weşandin. Ahmed Arîf her çiqas helbestên xwe bi tirkî nivisîbin jî, le ne şaş e ku bê gotin helbestên wî di hêla hûnandin û naverokê da jî tirkiyê zêdetir nêzîkî kurdiyê ne.   Helbestvan Arîf ku li taxa Hançepek a Sûrên Amedê mezin bû, xaniyê wî di êrişên li dijî Sûrê de wêran bû. Mal û Taxa ku Ahmet Arîf lê dijiya hêj di bin dorpêç û qedexeya dewletê de ye.    Helbestvan Hîcrî Îzgoren, bi minasebeta salvegera Ahmet Arîf ji ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û got: "Helbestên wî hêj di veşartgeha helbetan de digere bi hestera wî. Bi qasî perê çûkekî sivik e di deryaya helbestan de. Kirdeya 'Ez' di helbestên wî de yên li ber xwe didin, êşê dijîn û bi hester dijîn biresera 'Hûn' bi xwe ne. Kiryeya têdikoşe, dirêjî 'Tu/Te', ‘Wî/Wê, û Wan'a dibe. Ji bo wî bêdengiya li pişt ristên têlan, dîwarên beton û şîşên hesinî ne tu tişt e. Di helbestên Ahmet Arîf de Kirde, ne ew kesên têdikoşin, gule davêjin, kesên şûr dikişî nin e. Ew kesên di bin zexan de, hatine girtin û maf û azadiya wan hatiye sînorkirin e. Di heman demê de ew kesên tu carî teslîm nabin in. Kirdeya her dim li ber xwe dide ye."    Îzgoren, da zanîn ku Arîf bi helbesta xwe ya “Uy Havar” lûtkteya  'Lirizmê' tîne ziman û wiha lê zêde kir: "Zane ye. Birîndar e û birîna wî kûr  e. Lê her dem bi hevî ye.    MA / Eylem Akdag