Di qonaxa şer de rola hunerê: şer birîn dike, huner derman dike 2021-05-30 15:10:38 AMED -Anadolu Kultur, bi hevkariya Nûnertiya Komeleya Friedrich-Ebert-Stiftungê (FES) ya Tirkiyeyê bi sernavê "Piştevaniya Psîkososyal a bo Zarokan di Qonaxên Pevçûnê de û Rola Hunerê" ku di navbera pêvajoya şer a 2015'an heta 2020'an pêk tê li Bajarên "Êlih, Amed, Mêrdîn, Şernex û Wanê Rapora Lêkolînê amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku şer birîn dike û huner derman dike.    Anadolu Kultur, bi hevkariya Nûnertiya Komeleya Friedrich-Ebert-Stiftungê (FES), ya Tirkiyeye bi sernavê "Piştevaniya Psîkososyal a bo Zarokan di Qonaxên Pevçûnê de û Rola Hunerê" de li Bajarên "Êlih, Amed, Mêrdîn, Şernex û Wanê Rapora Lêkolînê amade kir.  Rapor ji aliyê Ebru Ergin û Ezgî Koman ve bi sernavê "Kevir, Kaxiz û Meqez" hat amadekirin. Rapor ji sernavên "Nêzîkahîtêdana Bingehin û Paşxane, Bergeh û Rêbaz, Nirxandin û Dahurin, Encam û pêşniyaz" pêk tê. Di destpeka raporê de wiha hat gotin: "Xala 6'em a Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (PMZ-NY), mafê zarokan ê jiyan, saxmayîn û geşedanê wisa rave dike;    *Dewletên aliyê peymanê qebûl dikin ku her zarok xwedî mafê bingehîn ê jiyanê ye.   * Dewletên aliyê peymanê, heya ji wan tê hewl didin ku zarok bijîn û geş bibin. Wekî hemû dewletên ku peyman îmze kiriye Tirkiye jî berpirsiyar e ku berî her tiştî rewşxweşiyê bo hemû zarokan dabîn bike, wan biparêze, xurt bike û bi pêş bixe, piştevaniya wan bike û pêwîst be wan baş bike û “bo jiyana xwe bidomînin û xurt bibin hewl bide” ku di nav sînorên wê de dijîn. Ji dîroka Tirkiyeyê ku bi binpêkirina mafê mirovan dagirtî ye di qonaxên curbicur de ya ku bûye para zarokan mirin, bêpariya ji derfetên tendirustî û perwerdehiyê, koçberkirin û hejarî ye. Gava em li serdema nêz dinêrin em dibînin ku mînakên vê yên herî giran sala 2015'an û piştî wê xuya dibin. Pevçûnên li nav bajaran, teqîn, teşebisa darbeyê, rêxistinên civakî yên sivîl ku bi rewşa awarte re an piştî wê hatin girtin, qeyûmên bo şaredariyan hatin tayînkirin û girtina pêşengên siyasî, rojnameger, rêvebirên civakên sivîl... Ango serdemeke tije krîz. Veguhastinên civakî, aborî, demografîk yên herêmî û neteweyî ku ji sala 2015'an û vir ve tên dîtin, bi giştî li civaka sivîl û bi taybetî jî li qada xebatên bo zarokan gelekî bandor kir. Di vê çarçoveyê de, bo em rewşa heyî û veguhastinan bibînin û bi windayî û destkeftiyan pênc salên dawî yên mafên zarokan û qada xebatên bo zarokan binirxînin me lêkolîneke berfireh kir. Ev lekolîna ku di navbera Tîrmeha 2020'an û Nîsana 2021'ê de hat kirin, me li wan sazgeh û stratejiyan nêrî ku hunerê wekî amûrekê bi kar tînin û me hewl da pêdiviyên heyî û yên veguhastî bi curbicur aliyan pênase bikin. Lêkolîn ji Navenda Mafên Zarokan-KKRHyê bi Ebru Ergin û Ezgi Koman hat rêvebirin. Ev rapora encama lêkolînê li ser wan bernameyên piştevaniya psîkososyal sekiniye ku dixwazin bandora pevçûnan a li zarokan ji binpêkirina mafê jiyanê bigire heya 1 UNICEF, Peymana Mafên Zarokan 2 Xala 1'em a Peymana Mafên Zarokan gotiye; “Heya hijdeh saliya xwe her mirov zarok e.” û sînorê zarokatiyê nîşan kiriye."    ŞER MAFÊ PERWERDIHEYÊ JI HOLÊ RADIKE    Amadekarê raporê anîn ziman ku wan bi vê lêkolînê hewl da bibînin bê di bernameyên bo zarokan de, huner çiqasî û çawa hatiye bikaranîn û bandora hunerê ya li qonaxên pakbûna zarokan û zehmetî û encamên sepanê tesbît bikin û wiha gotin: "Di çarçoveya lêkolînê de me li Êlih, Amed, Mêrdîn, Şernex û Wanê bi tevahî bi 58 kesan re bi sedema bergiriyên şewba cîhanî Covîd19'ê- hevdîtinên berfireh yên onlayn kirin ku 42 ji wan, nûnerên 33 sazgehên cuda bûn û 16'an jê bi serê xwe xebat bi rê ve dibirin. Rêxistinên civakî yên sivîl ku bo zarokan xebatên hunerî dikin, sazgehên hunerê, nûnerên qada giştî, perwerdekarên ku bi serê xwe xebatên hunerê li dar dixin û aktîvîstên serbixwe tevlî hevdîtinan bûn. Armanca pêşî ya vê raporê ku encamek ji yên lêkolînê ye ew e ku; rola çalakiyên hunêrê û bandora wan a li zarokan a di pratîkên piştevaniya psîkososyal de vekolin ku bi zarokan re an bo zarokan li herêmên pevçûnê tên kirin. Di vê çarçoveyê de;   • Me komebikêrî, nêzikahîtêdan û amûrên hunerê ku di perwerdehiyê de bi kar anîne yên rêvebirên xebata bo zarokan tesbît kirin.    • Me nirxandina wê kir ku gelo sazgeh û xebatkarên serbixwe bo rewşên awarte yên mîna şer, koçberî û şewba cîhanî ya niha, erdhêj û/an şert û merc û pediviyên nû ku bi sedema van derdikevin/dê derbikevin xwedî bersivekê ne an na.   • Me hevkariya wê kir ku qadek bo nîqaşê ava bibe ku gava bi rêbazên hunerî xebat bibin, valahiyên di sêgoşeya piştevaniya psîkososyal, akademî û fêrbûna bi hunerê de dikaribin bên dîtin û bi liberçavgirtina dînamîkên herêmî jî ev bên telafîkirin û di piştevaniya psîkososyal de amûr, naverok û bikêrî bên pêşxistin ku nêzîkahîtêdanên hunerî jî vedihewînin.   • Me bi rêya xebatên hunerê yên bi zimanê zikmakî li wê nerî ku bê di xebatên bo zarokan de piştevaniya bi zimanê zikmakî çiqasî girîng e.   • Me analîzek kir ku bo bernameyên berfireh yên perwerdehiya xebatkarên qadê, naverokên resen, xebatên sazgehî yên piştevaniyê, sazkirina modelan pêşkêş dike. • Me di mijarên curbicur de pêdivî û pêşniyazên bo perwerdehiyê berhev kirin ku bandorkeriya bernameyên piştevaniya psîkososyal yên kes û sazgehan zêde bikin ku bi rêbaz û amûrên hunerî bi rê ve dibin.   • Me derbarê bandora şewba cîhanî Covîd-19ê li xebatan çavdêriyên xwe pêşkêş kirin.   • Me pêşniyazên ji tecribeya qadê rêz kirin ku di demên pêş de xebat bi awayekî bandorker bidomin. Anadolu Kultur ji sala 2002yan ku hatiye damezirandin û vir ve bi mebesta ku zarok çand û hunerê binasin, xwe bigihînin hunerê û piştevaniya vê bikin li gelek deverên Tirkiyeyê hem bernameyên li ser hunerê saz kirin hem bi materyalên curbicur hevkariya bernameyên heyî kir. Ji 2015an û vir ve van çalakiyên xwe di çarçoveya pêdiviyên girêdayî rewşa civakî û siyasî ya heyî de dualî li dar dixe. Ji aliyekî ve di çarçoveya Bernameya Piştevaniya Penaberan de, sazgehên civakî yên sivîl (SCS), înîsiyatîf û hunermendan tîne cem hev ku li Tirkiye û Almanyayê di vê qadê de dixebitin û derfetê dide wê ku materyalên perwerdehiyê yên alternatîf bên sêwirandin û hilberandin. Ji aliyê din ve li wan bajaran ku piştî 2015an pevçûnan rû daye û girêdayî pevçûnan koç berev wan bûye -ku bûne sedema amadekirina vê raporê jî- Bernameya Piştevaniyê ya Xebatên bo Zarokan saz kiriye û bo SCS, înîsiyatîf, mamoste, aktîvîstên ku bo zarokên di xetereyê de dixebitin, bernameyên perwerdehiyê li dar xistine û bi hîbeyan alikariya projeyan kiriye. Ji sala 2015'an û vir ve Bernameya Piştevaniyê ya Xebatên bo Zarokan ji Êlih, Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Şernex û Wanê 18 ji wan mamoste, hunermend, aktîvîst, derûnnas; 29 ji wan jî xebatkarên civaka sivîl bi tevahî bo 47 beşdaran di warê xebatên hunerê bo zarokan, mafên zarokan û nêzîkahîtêdanên pedagojik de “Perwerdehiyên Perwerdekaran” pêk anîn. Herwiha di qada xebatên bo zarokan de bo 70 projeyan bi awayê “Hîbeyên Piçûk” alîkarî hat kirin. Heya niha ji projeyên ku alîkarî bo wan hat kirin bi tevahî 2.650 zarokan sûd wergirt. Di rewşên bilez yên mîna şer, pevçûn, erdhêj, koçberî û şewbê de li qadê rêbazên diyar û yên ku qismî be jî encamekê didin gelek caran tên tercîhkirin. Lê belê ev rewş carina li ber wê dibe asteng ku pêdivî û rêbazên guherî bên dîtin. Girêdayî vê, bi nirxandinên beşdarên bernameyan, bi têkiliyên demdirêj yên bi saziyan re û bi encama nîqaşên me yên berdewamî ev xebat pêk hat. Xebat bi wê armancê hat birêvebirin ku pratîkên qadê yên sazgehên piştî sala 2015an binirxîne, li bikaranîn û veguhastina rêbazên hunerî di piştevaniya psîkososyal de bikole ku ev bersivek e bo pêdiviya lêkolîneke berfireh."    BANDORA ŞER A LI SER ZAROKAN   Amadekarên raporê li ser bandora şer rawestiyan û ev tespîtan rêzkirin:    "• Kêmbûna pêdiviyên sereke (xwarin, hêwirîn, paqijî û hwd) dibe ku di dema şer û pevçûnê de bandorekê neyînî li rewşa zarokan bike.   • Dibe ku bi sedema şer û pevçûnê zarok ji dêûbavên xwe dûr bikevin.   • Dibe ku zarok, bi rûdanên wekî windabûna endamên malbatê û hevalan, mirin, birîndarbûn û zerera fizîkî ya malê û jîngehê yên ji aliyê hestî ve xembar û zehmet re rû bi rû bimînin. Îhtimal e zarok ji ber ku sax mane; hestên mîna diltirsî, xemgînî, hêrs an jî sûcdariyê bijîn.   • Windabûna asayiya jiyana rojane û pêşbîniyê, bi cihguhertina mecbûrî/koçberiya bi darê zorê û rawestandina perwerdehiyê tê. Dibe ku ev windayî hestên ewlehiyê yên zarokan lawaz bikin.   • Dibe ku bi hin sedeman rê li ber lîstikên bo zarokan bingehîn û xwedî taybetmendiyên gerdûnî yên mîna keşfkirin, fêrbûn, hevkarî, serederîkirina pirsgirêkan, hêzdarbûnê bê girtin. Qadên ewle yên bo lîstikê ji holê rabin û ev rewş rê ji tevgera zarokan re nehêle. "