Ahmet Tîrgîl: Muzîk xwedî hêzeke pêkhêner e, bi muzîkê mirov hev du fêm dikin 2021-05-21 09:00:41   AMED - Muzîkjen Ahmet Tîrgîl ku di pêvajoya pandemiyê de li ser medyaya sanal ji xwe re dikek ava kiriye, anî ziman ku mirov bi muzîkê ji hev fêm dikin û muzîk xwedî hêzeke pêkhêner e.    Ahmet Tîrgîl, gava xwendekarê lîseyê bûye ji xwe re tembûrek stendiye û bi vî awayî daxilî nav muzîkê bûye. Niha her kes wî bi kemana wî nas dike. Tîrgîl, di pêvajoya pandemiyê de li ser medyaya dîjîtal ji xwe re dikek ava kiriye û projeyên xwe yên bi navê "Bir +" ve "With X" bi rê ve dibe.    Tîrgîl ku dema xwendekarê lîseyê bûye li ber destê muzîkjen Alî Ozalap hînî tembûrê bûye û ji wê çaxê ve muzîk dibe perçeyek jiyana wî. Di sala 1999'an de gava diçe Beşa Mamostetiya Muzîkê ya Zanîngeha Tenîkî-ê ya Karadenîzê, muzîka klasîk û keman jî daxilî nav jiyana wî dibin.    Tîrgîl got: "Piştî min muzîka klasîk nas kir, hin tişt guherîn. Dîtin û nêrîna min a ji bo muzîkê, têkiliya min a bi entrumaneke nû re û wexta ku diviyabû min ji bo enstrumana xwe terxan bike guherî. Paşê zûzûka rojê 10 saetan bi enstrumanê xebitîm. Min dev ji Zanîngeha Teknîkê ya Karadenîzê berda û cardin ketim ezmûnê. Min ezmûna qebîliyetê ya Zanîngeha Marmarayê derbas kir û min li wir dest pê kir. Piştî hatim Stenbolê, serkemanjenê Baleya Operasyê ya Dewletê ya Stenbolê Oleksandr Samoylenko bi taybdetî dersên kemanê dan min."    'DÎTINA MIN GUHERÎ'    Tîrgîl, bilêv kir ku li Stenbolê tenê dersên enstrumanê negirtine, li vê derê derfeta ku li Hêwana Konserê ya Cemal Reşît Rey konserên vîrtuozên navdar ên cîhanê bişopîne jî bi dest wî ketiye. Tîrgîl, anî ziman ku piştî ku Metîn Kemal Kahraman jî nas kiriye dîtina wî ya derbarê muzîkê de pir guheriye, ji lew re xebata bi birayên Kahraman re dîtina wî ya muzîkê, dîtina wî ya derbarê dîroka cîhanê, gelan û dîtina wî ya di warê bîr û baweriyan de jî guherandiye.    HÊZA PÊKHÊNER A MUZÎKÊ    Tîrgîl got: "Bi piranî em navên wekî Muzîka Gel a Tirk, Muzîka Gel a Kurd li hin muzîkan dikin. Lê belê Kemal Kahraman vê yekê wekî 'muzîka cografyayê' pênase dike. Ev tiştekî girîng e."   Tîrgîl, anî ziman ku bi muzîkê mirov hev du fêm dikin û got: "Fêmkirina muzîka zimanekî ku tê pê nizanî, meraqekê li te peyda dike û ev meraq te ber bi fêrbûna wî zimanê ve dibe. Lewma ez wisa difikirim ku huner unsûreke pêkhêner û xwedî hêzeke pêkhêner e. Heya min Metîn Kemal Kahraman nas nekiribûn, min derbarê zaza û elewiyan de bi tu tiştî nizanibû."    'DERSIM CIHEKÎ TAYBET E'    Tîrgîl ku bi salan li Dersimê maye û li vir bi muzîkê re eleqedar bûye, anî ziman ku beriya salên 2000'î di stranan de navê Dersimê wekî Mêrsîn fêm kiriye û got: "Ez li Erziromê çêbûm. Heya 5 saliya xwe li wir mam. Paşê çûm herêma Behra Reş. Malbata min li wir bû. Heya 18 saliya xwe li Behra Reş mam. Haya min ji Dersimê tune bû. Lê çawa çûm wir, min hez jê kir. Cihekî pir taybet e. Xwezaya wê, helwesta mirovên wê, pir taybet e."    Tîrgîl, bibîr xist ku piştî ku li Tirkiyeyê cardin şer dest pê kiriye akademîsyenên aştiyê, endamên sendîkayê daketine kuçeyan û doza aştiyê kirine û piştî vê hedef hatine girtin û gelek ji wan hatine îexrackirin û cezakirin. Tîrgîl, diyar kir ku di vê pêvajoyê de îstifa kiriye û çûye Almanyayê.    'GEŞEDANÊN POLÎTÎK BANDORÊ LI HUNERÊ DIKIN'    Tîrgîl, destnîşan kir ku geşedanên polîtîk bandorê li hemû xebatên hunerî dikin û got: "Ji kesê ku ji Amedê telefonî min dike, dibêjim 'berhemeke kurmancî hilbijêre, em li ser wê bixebitin.' Ew jî ji min re dibêje, na mamoste, ez straneke Neşet Ertaş bibêjim dê çêtir be. Mirov êdî ditirsin guh li axaftineke bi kurdî bikin."    PÊVAJOYA PANDEMIYÊ    Tîrgîl, anî ziman ku di pêvajoya pandemiyê de di navbera hebûna li Tirkiyeyê û Almanyayê de ferqek mezin heye, ji lew re rayedarên Tirkiyeyê IBAN'ê didin û doza pereyan dikin, lê li Ewropayê berpirsiyarên dewletê muzîkjen jî di nav de baş alîkariya xebatkaran dikin.    Tîrgîl, bilêv kir ku li Tirkiyeyê nasnameya muzîkjeniyê û statuya muzîkjenan tune ye.    DI MEDYAYA SANAL DE DIKEK AVA KIR    Tîrgîl, anî ziman ku beriya pêvajoya pandemiyê pêwendiya wî ya bi qenalên medyaya sanal re kêm bûye û ji ber konserên wî zêde bûne nikaribûye qenaleke youtubeyê çêbike. Tîrgîl, diyar kir ku lê piştî pandemiyê ji ber ku di mal de bûye, hewl daye hejmara şopînerên xwe zêde bike û got: "Bêyî portalên wekî youtube û instgramê ne mimkun e. Ji lew re gava tu bixwazî konserekê li dar bixî, wê li ser medyaya sosyal bi deh hezaran kes guhdar bikin. Min jî hewl da hin tiştan bikim. Ewilî min projeya 'Bir +' da destpêkirin." Tîrgîl, anî ziman ku piştî vê projeyê projeya bi navê 'With X' daye destpêkirin û got: "Dê di vê projeyê de kesên nas ên wekî Sakîna Teyna, Cem Dogan hebin. Dê kesên dengxweş ku em wan nas nakin jî hebin."    MA / Dîcle Muftuoglû