Ji rûpelên dîrokê 2 stran û helbesteke derbarê kurdan de 2021-05-20 09:00:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar û Lêkolîner Ûgûr Dûrsûn Adsiz ku lekolînên akademîk dike di encama lêkolînên li ser dîroka kurdan de xwe gihande 2 stran û helbesteke ku heya niha nedihatin zanîn. Stran derbarê Mîr Bedîrxan Beg, helbest jî derbarê Şêx Ûbeydulahê Nehrî de ne. Nivîskar û Lêkolîner Ûgûr Dûrsûn Adsiz ku li ser dîroka kurdan xebat û lekolînên akademîk dike, xwe gihand 2 stranên ku di salên 1800’î de hatine gotin û helbesteke ku di heman salan de bi alfabeya kîrîl bi kurdî hatiye nivîsandin. Her du stran jî ji aliyê Vagharshag Shahinian hatine gotin. Shahinian, ermenî ye û di sala 1889’an de li bajarê Wanê ji dayik bûye. Di sala 1910’an de koçî Amerîkayê dike. Demek li vê derê dimîne û paşê vedigere Ermenistanê û li dijî Osmaniyan şer dike. Piştî şer, li Ermenistanê serleşkeriya hezar û 100 leşkerî dike. Demek li vê derê serleşkeriyê dike û dîsa vedigere Amerîkayê û di sala 1976’an de diçe ser dilovaniya xwe. Shahinian, her du stranan dema li Wanê bûye ji dengbêjan hîn bûye. MALPERA HOUSHAMADYAN Stranên ku Shahinian gotine ji aliye kurê wî ve di sala 1950’an de hatine qeydkirin û wê di demeke nêz de li ser Malpera Houshamadyanê (www.houshamadyan.org) bên weşandin. Stranên ku Shahinian gotiye yek ji wan bi tirkî ye û yek ji wan jî bi kurdî ye. Malpera Houshamadyan, weke ku ji navê wê jî diyar e malpereke ermeniyan û di sala 2010’an de li paytexta Almanya Berlînê hatiye avakirin. Tu armanceke karê ya malperê tuneye. Malper, jiyana ermeniyên dema Împaratoriya Osmaniyan lêkolîn dike. STRANA BI TIRKÎ Strana bi tirkî derbarê şerê di navbera Mîr Bedirxan Beg û Muşîr Osman Paşa de ye. Muşîr Osman Paşa, paşayekî payebilind ê Osmaniyan e û gelek caran êriş biriye ser Balkanan. Di sala 1847’an de êriş dibe ser Mîr Bedirxan Beg jî. Di vê êrişî de Muşîr Osman Paşa, hin mîrên kurd dikişîne cem xwe û Mîr Bedirxan Beg di zorê de dihêle. Ji ber êrişên Muşîr Osman Paşa yên li hemberî xwe Mîr Bedirxan Beg xwe daveje Keleha Ewrexê. Piştî şerê 3 rojan Mîr Bedirxan Beg bi şertê ku tiştek bi serê wî û malbata wî de neynin xwe radest dike. Di stranê de têkoşîna di navbera Mîr Bedirxan Beg û Muşîr Osman Paşa weke ew vebêjin tê vegotin. Gotinên stranê wiha ne: “Bedirhan Bey dedi hey kapı kapı Sonra seni çağırttırırım way lı mın babo Çok dara düşsem Han Mahmut şimdi de gelir O da bu yerlerin bir kehremanî   Ram di ray ray ram di ray ray r ara ri rayy Ram di ray ray ram di ray ray r ara ri rayy   Amaneeyyyy Osman Paşa dedi hey şaşkın ahmak Dört yanınî keserim yoksul kaçamak Devletten emir olunmuş Seniii seniii seniii buyurttururum şehir istanbulî   Ram di ray ray ram di ray ray r ara ri rayy Ram di ray ray ram di ray ray r ara ri rayy   Amaneeyyy Bedirhan bey dedi Galibe şaşkın ne cesaret ile bu dağları aştın Ancak geldin kendin tuzağa düştün Her ne hal olsa koyu vermem yakaniiii   Rin na na ninay Rin na na ninay Rin na na ninay Rin na na ninay Amaneeyyy Osman Paşa dedi O topları kurun hazır cem olun alesta durun Marş ettiğince zurnayı vurun Varsın çalınsın Alî- Osmanî   Rin na na ninay Rin na na ninay Rin na na ninay Rin na na ninay” STRANA BERÎTÎ Strana bi kurdî ya ku Shahinian dibêje jî bi navê Berîtî ye. Lêkolîner Ûgûr Dûrsûn Adsiz, vê stranê bi folklornas Seyda Goyan daye şîrovekirin û Goyan, têkildarî stranê ev tişt dibêje: “Stran meqameke berê tê gotin. Di vê meqamê de kurd dibine du kom û davêjine ber hev. Berê dema ku zarok lîstikan dilîstin vê stranê digotin. Rexmî ku berê gelek dihat gotin bi demê re hatiye jibîrkirin. Me ji vê cûreyê re digot Berîtî. Di berîtiyê de hin hevokên weke zûgotinok ku wateyê wan tunene jî tên bikaranîn. Di rêzên destpêkê û rêzên dawîn ên stranê ku ez wateyê nadime ji ber vê ye.” Gotinên vê stranê jî wiha ne: “BERÎTÎ Hooo qo rako talla raqo tallasdiko tirseneko Pozê min poz bi çî poz bi yek Yekemin yek nav botan Duyemîn du Cizir Began Sêyemîn sê payîzan Dommer vatooo  dommer vatooo   Hooo qo rako talla raqo tallasdiko tirseneko Pozê min poz bi çî poz bi yek Yekemin yek nav botan Duyemîn du Cizir Began Sêyemîn sê payîzan Çaremîn çar parekan Dommer vatooo  dommer vatooo                 Hooo qo rako talla raqo tallasdiko tirseneko Pêncemîn pênc nav botan Çaremîn çar parekan Sêyemîn sê payîzan Dommer gartooo dommer gartooo   Hooo qo rako talla raqo tallasdiko tirseneko Pozê min poz bi çî poz bi yek Pêncemîn bêjna botan Şaşamîn şaşê temam Heftêmîn heftê heftan Dommer vatooooo  dommer vatooo   Hooo qo rako talla raqo tallasdiko tirseneko Pozê min poz bi çî poz bi heft Heftemîn heftê heftan Şaşêmîn şaşê temam Pêncemîn bêjna botan Çaremîn çar parekan Sêyemîn sê payîzan Duyemîn Cizîr Began Yekemin yek nav botan Dommer vatooo  dommer vatooo” HELBESTA ŞÊX UBEYDULLAH Piştî her du stranan niha jî em bala xwe bidine helbesta bi kurdî ku ji aliyê Adsız ve hatiye dîtin. Helbest, ji aliyê rûsekî ve bi alfebeya kirîlî bi kurdî hatiye nivîsandin û di 22’ê hezîrana 1882’an de di rojnameya rûs “Kavkaz” ku edîtoriya wê David Geoprgeviç Eristavi kiriye de hatiye weşandin. Di Helbestê de rexne li serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî tê kirin. Adsiz, helbestê latînîze kiriye û rêz bi rêz bi nivîskar Letîf Brûkî daye şîrovekirin. Rêzên bi reqam orjînala helbestê, rêzên li hemberî rêzên bireqem ji aliyê Adsiz ve hatine latînîzekirin û rêzên di bin rêzên bireqem de jî ji aliyê nivîskar Brûkî ve hatine şîrovekirin.   Helbesta bi resenî hatiye latînîzekirin û şîrovekirin wiha ye: “ŞÊX UBEYDULLAH 1.Мёджлисъ гута: шёйхи гаша,                                Meclis gotê; şêx î gaşa (Meclise gotin şêx ne raste)   2.Сэреху бистйча шаша,                                                Serê xwe bistiça şaşa Bistiça Serê xwe weke   3.Рёгъ у сёмбиль ва бетраша,                                                    Rû û simbil va bet raşa Seqqel u smela xwe teraş ke (hilde)   4.Льдюньяи бебитъ тамаша,                                         Li dûnyayi bebit tamaşa Dineda bibi bekenok bo temaşe   5. Жберъ эскёри шахъ у паша,                                     Ji ber eskerî şax û paşa Leşkerê şax û paşa êrîş kirin, meşiyan (pêşda)    6. Эскери ханъ у хвендкари;                                         Esker î xan û xwendekar î Leşkerên xan ê xwînxwaran   7. Лесёръ шёйхи топанъ бари,                                      Li ser şêx î topan bar î Ser şêx ra topan barî (ca baran)   8. Льшейхи бу рёшу, тари,                                               Li şeyx î bu reş û tar î Rast e   9. Шейхъ шами дюнья бибари.                                        Şeyx şam î dinya bibar î Şamî ye şexra dinya bibarî (tengbû; kinge merzel seva miriyan dikolin, teda cel ra şamî dibejin, cinaze datanîn û ser dar davejin û he xullî dikin )   10. Шейху, ту на саръ-аскари,                                                       Şeyx, tu na serasker î Şeyxî, ne ser leşkerî (komutanî)   11.Нэ сэрхёнги, не шеркяри,                                             Ne serxeng î ne şerkiyar î Ne serxengi (albay), ne şervani   12. Нэпъ мирйдо би маеари,                                              Nep mûrîdo bî mayar î Ne mrîdî  maî ari (necar î, acizî )   12.Нэпъ сопиа, хуэли псари.                                                Nep sof î xweyelî pisarî Ne sofi yi, xulli seri   13. Нэ бёги у на амэльмэнди,                                                            Ne beg î û ne amelmend î Ne begî, yenî ne ji xudan karek emelî (xudan senet, karmend, tuccar)   14. На  меддури, на эфёнди!                                                Ne mûdûr î ne efend î raste   15. Кэсъ низанидъ, шейхъ, ту чэнди                                Kes nizanîd şeyx tu çend î Tu tu çend – tu kiyi?   16. Та кэркири некшабенди                                                Ta kerkîr î nekşabend î Te tarikata nekşabend î kerkiri (kuşti)   17. ту на хуендкари у на хани                                                              Tu ne xwendekar î û na xan î Rast e   18. ту на шиарафи рахмани                                                   Tu ne şerîf î  raxman î Raste (tu ne insane şerîf î  û dil tehmî)   19. Ту дэйвани, ту   шейтани                                                    Tu deyvan î tu şeytan î Tu dinî(divane, rihe kera cinna ketiye), tu şeytan î (ne mirove xerî)   20. Та кэркйръ гинда инснаи...                                               Ta kerkîr ginda insan î Te mirova te ra gundeki kuşt” MA / Kadrî Esen