Kovara Zendê bi dosyeya ‘Hozên Kurd’ derket 2021-04-17 10:09:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara Kovara Zendê ya 28’an bi dosyeya “Hozên Kurd” derket. Gotarên li ser ziman, wêje, dîrok û çanda kurdî di kovarê de cih digirin.    Hejmara Kovara Zendê ya 28’an bi dosyeya taybet ya li ser “Hozên Kurd” derket. Kovara Zendê ku ji aliyê Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê ve tê amadekirin, bi vê hejmarê jî bi naverokek têr û tije li ber destê xwîneran e. Di vê hejmarê de jî gotarên li ser ziman, wêje û çanda kurdî cih digirin.    Kovara Zendê ku bi perspektîf û pîvanên xwe yên akademîk li bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkiyê tê zanîn, gelek nifşan bi xwe re rakir û mezin kir.    Enstîtûya Kurdî ji bo kovarê dibêje “Li xwînerên kurdî pîroz be...” û daxwaz dike ku xwîner bêxwendina kovarê nemînin.    Naveroka kovarê wiha ye:    “* Cejnew Pîrî di neynika çanda gelê Hewramanê da - Adil Mihemedpûr * Di kurmancî de hebûna navgiran - Zana Farqînî * Canpola: Ruhê Derî Qalib di Bawerî û Zargotina Kurdî da - Şemoyê Memê * Zimanê azaeriya berê û têkiliya wî bi kurdî û farsî re nirxandinek li ser çend helbestên azerî yên bicihmayî ji du helbestvanên erdebîlî û tewrîzî - Berat Qewîendam * Hozên kurd (1) - Pierre Oberling * Eşîrên kurd (2) - Hekarî Barbro Karabuda * Hozên kurd (3) - Mehmûdê Sebrî * Eşîrên kurd (4) - William Eagleton * Eşîrên kurd (5) - Dr. Zerar Sidîq Tewfîq * Kurdên derveyî Kurdistanê di çarçoveya çavkaniyên înternetî da awireke giştî li serjimarî û erdnîgariya kurdên koçber: Nasname, dîrok, çand û ziman - Ûmîd Demîrhan"