Piştî salên dûr û dirêj cardin dest bi lîstika pesteyê kirine 2021-04-11 09:10:35   RIHA - Lîstika pesteyê ku li ber jibîrkirinê bû, piştî şewba Covîd-19'ê cardin bi ruh û can bû. Welatiyên ku pesteyên di zarokatiya xwe de çêkiribûn û hilanîbûn, ji sindoqan derxistine û cardin bi wan dilîzin.    Lîstika pesteyê ku tê gotin xwe dispêre dîrokeke 200 salî û li ber jibîrkirinê bûye, li Rihayê piştî şewba Covîd-19'ê cardin bi ruh û can bûye. Li Taxa Yakûbiye ya navçeya Eyyûbiyeyê welatiyên navsere rojên xwe bi lîstika pesteyê derbas dikin.    LÎSTIKA PESTEYÊ    Lîstika pesteyê herî kêm bi 2 kesan û herî zêde jî bi 10 kesan tê lîstin. Di lîstikê de qaydeyên wekî "ofsayt" û "faûl"ê hene. Metal tên rêzkirin û lîstikvan xarên xwe (peste) davêjin van metalan. Gava xar li van metalan bikeve, dor tê rikber. Lê belê gava lîstikvan li hemû nîşanan bixe jî dikare rikberên xwe bişewitîne. Gava peste li hemû nîşanan bikeve û rikber bişewitin, kesê dawî bi ser dikeve.    Peste, bi piranî ji granît û kevirê bazalt tê çêkirin. Çêkirina pesteyekê bi qasî 3 rojan dewam dike. Kevir tê giloverkirin, bi kevirê hestem tê mehandin heya baş gilover bibe. Paşê peste tê zemperekirin. Herî dawî jî ji bo şayik bibe, di nav zeytê de tê hiştin.    Omer Çelîk (56) anî ziman ku piştî 25 salan cardin bi pesteyê lîstiye. Çîçek, diyar kir ku gava li gund bûne ji bavê xwe hîn bûye û gava di sala 1996'an de hatine bajêr, hew bi pesteyê lîstiye. Çîçek ku bi muzîkê debara xwe dike got: "Lê nêzî salek e em betal in. Ji bo em sebra xwe bînin, em bi pesteyê dilîzin. Her der girtî bûn. Nû vebûne. Hin kes diçin qehwexaneyan bi kaxezan dilîzin. Lê ji ber ku qehwexane cihên derdorgirtî ne, talûke ne. Em li derve bi lîstika bav û kalan dilîzin û sebra xwe pê tînin."    PESTEYA 44 SALAN    Çîçek, anî ziman ku pesteya pê dilîze 44 sal berê hatiye çêkirin û gava 12 salî bûye bavê wî diyarî wî kiriye. Çîçek, diyar kir ku ew bi xwe jî dizane pesteyan çêbike û got: "Gava em ji gund hatin bajêr min ew xistibû sindoqê, veşartibû. Lê piştî 25 salan min ew ji sindoqê derxist. Em pê kêfa xwe tînin."    Çîçek, da zanîn ku di dema lîstikê de çêr qedexe ne û got: "Gava dilîzim û her cara pesteyê çeng dikim zarokatiya min, gundê min tê bîra min. Ev ji bo min dibe cihê moralê. Gava lîstik diqede û tarî dikeve erdê, em jî berê xwe didin malê."    MA / Emrûllah Acar