Ji bo heqê kirêya komeleyê bidin li ser înşeata xebitîn 2021-04-08 09:00:36 MELETÎ - Li Meletiyê komek xwendekarên zanîngehê Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Ciwanan a ava kirine û di bin banê komeleyê de xebatên çand û hunerî dikin. Ciwanan di dema pandemiyê de ji ber qedexeyan û tevdîran zehmetî kişandine û di vê pêvajoyê de ji bo heqê kirêya komeleyê bidin li ser înşeatan xebitîne.    Li Meletiyê 20 xwendekarên ku piraniya wan xwendekarên Fakulteya Ciwankariyê û Sêwirandinê ne, di sala 2019'an de li hev kome bûne û Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Ciwanan a Meletiyê ava kirine. Komele li Taxa Dabakhane ya navçeya Battalgaziyê ye û armanca wê çanda Meletiyê bide naskirin û kursên hunerî çêbike.    Rêvebirê komeleyê Bedîrhan Akyildiz, anî ziman ku armanca wan çanda Meletiyê cardin berbiçav bikin.    Akyildiz, ji ber ku li Meletiyê xebatên çand û hunerî kêm bûne, xwestine tiştekî bikin û piştî nîqaş û minaqeeyan fikrê aavakirina komeleyekê li wan peyda bûye. Akyildiz, diyar kir ku di dema avakirina komeleyê de gelekî zehmtî kişandine û nexasim jî di warê amadekarina tuzukê de pir zehmtî kişandine.    Akyildiz, anî ziman ku ji ber ku xwendekarên Fakulteya Ciwankariyê ne, ewilî kursên resmê dane destpêkirin û got: "Me berhemên derbarê Meletiyê û kesên ji vir çêkirin. Me kincên xwecihî xêz kirin. Me nû dest pê kiribû. Lê erdheja Xarpêtê çêbû û ev yek bandorek nebaş li me kir. Em mecbûr man cihê xwe biguherînin. Heta demekê me guh neda komeleyê. Piştî erdhejê me dest bi kursên wêne, ziman û muzîkê kirin. Her wiha gava me ji bo şanoyê jî dest bi xebatan kir vê carê jî şewb dest pê kir."    JI BO KIRÊYA KOMELEYÊ LI SER ÎNŞEATAN XEBITÎNE    Akyildiz, bilêv kir niha tenê xwendekarên zanîngehê endamên komeleyê ne û got: "Di dema şewbê de zanîngeh hat girtin. Piraniya endamên komeleyê çûn malê. Ev yek bandorek nebaş li me kir. Her wiha di warê aborî de jî me zehmtî kiand. Avahiya komeleyê bi kirê ye. Me got em hin çalakiyan li dar bixin em ê karibin heqê kirê bidin. Lê me nikaribû çalakiyan jî li dar bixe. Di dema şewbê de em li ser înşeatan xebitîn, da em mesrefên komeleyê derxin. Ligel hem zor û zehmetiyan me kongrea xwe di 16'ê Adara 2021'ê de li dar xist."    Ê KURS DEST PÊ BIKIN    Akyildiz, anî ziman ku niha dê cardin dest bi kursan bikin û got: "Ê kursên şano, resm, muzîk û kurdî hebin. Her wiha em ê kursên ermenkî û suryankî jî bidin. Mirina zimanan nayê qebûlkirin. Ji ber ku perwerdehiya bi kurdî, suryankî û ermenkî tune e, pêdivî bi xebatên vî rengî heye."    Akyildiz, di dawiya axaftina xwe de bang li xwendekarên tên Meletiyê kir ku di warê çand û hunerê de tevli komeleya wan bibin.    MA / Emrûllah Acar