Hozan Canê: Ez li ser çoka Şakiro û li ber dengê Meryemxanê mezin bûm 2021-03-09 09:05:55 AMED - Hunermend Canê, diyar kir ku serpêhatiya wê ya muzîkê li ser çokên Şakiro û li ber dengê Meryemxanê dest pê kiriye. Canê, anî ziman ku wê bi fîlma "Fermana 74'an Şengal" xwestiye hovîtiya DAIŞ'ê ya li ser jinên êzidî bi cîhanê bide temaşekirin. Her wiha Canê bang li hêzên kurdî kir ku yekîtiya xwe ava bikin.      Hunermend Hozan Canê, di sala 1971’ê de li navçeya Gogsî (Qereyazî) ya Erziromê ji dayik bûye. Di salên 1990’î de ji ber xebatên xwe yên çand û hunerî, bi tahde û zoriyê re rû bi rû maye û ji ber van zextan ji bêgavî koçî Ewropayê kiriye. Hozan Canê, nêzîkî 40 sal in bê navber û westan xebatên xwe yên çand û hunerî didomîne.   Herî dawî di sala 2018’an de, dema ku tê Tirkiyeyê li Edîrneyê tevlî xebatên hilbijartinê yên HDP’ê dibe û di dema van xebatan de tê binçavkirin. Paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tê girtin û 6 sal û 3 meh ceza lê tê birîn. Lê belê piştî ku Dadgeha Bilind cezayê lê hatiye birîn xera dike, di 1'ê Cotmeha 2020'î de bi şertê "qedexeya derketina derveyî welêt" tê berdan. Danişîna dawî ya doza wê di 9'ê Sibatê de hatiye lidarxistin û taloqî 6'ê gulanê hatiye kirin.    Ew bi biçûkatî tê zewicandin. Hozan Canê dibêje ji ber ku ew zarok bûye nizanibûye zewac çi ye. Piştî du zarokên wê çêdibin, ew û hevjînê xwe hev ber didin. Çîrok ango serpêhatiya jiyana wê ya hunerî jî têr û tije ye. Zarokek ku li ber dengê dengbêj Şakiro û Meryemxan mezin dibe û hînî dengbêjiyê dibe rêwitiya wê ya ber bi hunerê ve jî zehmet derbas dibe. Bi biçûkatî li dengbêjan guhdar dike, fêrî dengbêjî dibe, pişt re hêdî hêdî gav diavêje nav rêwitiya hunerê û piştî dest bi muzîka profesyonel dike li Ewropa xebatên xwe yên hunerî didomîne. Tenê ne muzîk vê carê jî berê xwe dide nava qada sînemayê û diçe Şengalê jiyana jinên êzidî dike film û bi navê "Fermana 74'an Şengal" filmek çê dike. Jiyana Hozan Canê li ber dengê Şakiro û Meryemxanê ber bi Festîfala Navnetewî ya Cannesê ve didome.    Ji ber ku derbarê Canê de biryara "qedexeya derketina derveyî welêt" heye, nikare biçe Elmanyayê û niha li Amedê dimîne.    Me li Amedê xwe gihand Hozan Canê û derbarê çîroka jiyana wê, xebatên wê yên hunerî û pêvajoya wê ya girtinê de pê re hevpeyvînek kir.    Destpêkê em bi zarokatiya te dest pê bikin. Tu li ku derê ji dayik bûyî û zarokatiya te çawa derbas bû?    Ez li gundekî girêdayî Qereyaziya Erziromê hatim dinyayê. Min zarokatiyek pir bi zor û zehmetî derbas kir. Zarokatiya me pir rind derbas nebû. Em 9 xwişk û bira bûn. Ez 4 salî bûm, bavê min wefat kir. Ji ber vê yekê dayika min bi me re zor û zehmetî dît. Em di nav jiyanek xizan de mezin bûn. Em û dayika xwe bi tenê bûn. Ez 11 salî bûm, min zewicandin. Ji ber zîhniyeta feodaliyê em xwişk, gişt di emrekî biçûk de zewicîn.    Dema te dest bi karê muzîkê kir û kilam gotin, tu çend salî bûyî û kîjan hunermendê kurdî tesîr li te kir?      Ez jî hêj 5-6 salî bûm, tim li ser çokên Şakiro rûdiniştim. Min jî pê re kiriye vingeving û kilam gotine. Şakiro ji bo min gotiye ‘Ev keçik dengbêja min a biçûk e.    Dengbêj Şakiro, gelek caran dihat gundê me. Qonaxa mala apê min û bavê min hebû. Dihat tê de kilam digotin. Ez jî hêj 5-6 salî bûm, tim li ser çokên Şakiro rûdiniştim. Min jî pê re kiriye vingeving û kilam gotine. Şakiro ji bo min gotiye ‘Ev keçik dengbêja min a biçûk e. Eger ew qas meraqa wê hebe, ew ê di pêşerojê de bibe versiyona Şakiro ya jin.’ Dema li gund dawet çêdibûn, tim diçûm dawetan. A herî girîng ew bû ku bavê min ji bo dayika min radyoyek kirîbû.    Bavê min ji bo radyoyê di odeyeke me de şibakeyek biçûk çêkiribû û radyoyê li wir bi cih kiribû. Dema saet dibû heft, radyoya Êrîvanê dest bi kilaman dikir. Rojekê dema ku Meyremxan kilam digot, min jî got ez ê vê jinikê ji vir derxînim û ez ê bikevim şûna wê û kilaman bibêjim. Ji bo vê min kursiyên ji giha tên çêkirin danî ser hev ku destê min bigihîje radyoyê û bînim xwarê û bişkînim. Cara yekemîn dengê eşqa hunerî li min xweş hat, dengê kilama ‘Bavê Koroxlî (Ay de bavo)’ ya Meyremxanê bû. Bavê min jî pir ji wê kilama Meyremxan hez kiriye. Eşqa wê kilamê wisa ket dilê min.    Ez li dîwanên dengbêjan mezin bûm. Tesîra herî mezin li ser min çêkir û ew tesîra ku ket xwîna min, dengbêj Şakiro bû. Çimkî min ev deng, li kêleka Şakiro û li ser çongên Şakiro bihîst. A duyemîn jî piştî 6 saliyê ez bi dengê Meryemxanê şiyar bûm. Min digot, çima ev jinik dikare bibêje lê ez nikarim bibêjim. Mantiqa min a berê (zarokatiyê) min digot tenê mêr dikarin bibêjin. Wexta min li dengê Meryemxanê guhdar kir, min dît ku jin jî dikarin kilaman bibêjin. Herî zêde Şakiro û Meryemxanê tesîr li min kirin. Pişt re gelek hunermend û dengbêj bûn wekî stêrkan û ketin dilê min.    Jiyanek dijwar hatiye serê te. Çi bû, ew jiyana dijwar?    Zewaceke di emrekî pir biçûk de bû. Min bi tiştekî nizanibû. Wê çaxê wisa bû. Lê bi hatina siyaseta kurdî re ev tişt (zewaca di zarokatiyê de) li welatê me ev tişt hinekî rabûn. Dibe ku niha dewlet hin yasaya derxistibin. Lê belê herî zêde bi saya şoreşa kurd ev tişt sekinî. Em hişyar bûn. Bifikirin, li herêma Serhedê ku pergala axatî, şêxîtî û begtiyê hebû, zarokek radibe û dibe hunermend û hewiya tê serê wê red dike. Ev jî tê wê wateyê ku tu wê demê hinek şiyar bûyî.     Te kîjan salê, çi wextî bi awayekî profesyonelî dest bi kilambêjiyê kir?      Mamosteyê min Kazim Bora û hunermend Şiyar Farqînî nêzî du mehan li ser kaseta min a ‘Rê Va Ye’ sekinîn û me berhema xwe wisa derxist. Vokalîstê min jî Şiyar Farqînî bû. Sala 1991'ê berhema min a yekem derket.    Qaseta min a yekemîn li Navenda Çandê ya Arîf Sag (ASM) bi navê ‘Rê Va Ye’ çêkir û kilama ku min cara yekem got kilama ‘Bavê Koroxlî’ bû. Jiyana min a hunerî li vir dest pê kir. Min bi profesyonelî li ASM’ê dest bi xebata hunerî kir. Lê beriya vê, min cara yekem ji civakeka xerîb re li Edeneyê li dibistanê strana 'Yol Ver Dağlar' got. Dema min got, her kes matmayî ma. Xwişka min û birayê min jî matmayî man. Piştî ku ez ji Edeneyê çûm Stenbolê, cem mala xwişka xwe, xwişka min li ASM’ê dixebitî. Bi navbeynkariya wê ez çûm ASM’ê. Mamosteyê min ê muzîkê yê yekem Kazim Bora bû. Arîf Sag dît ku dengê min pir xweş e, dersa şanê dan min. Arîf Sag, ji mamosteyê min Kazim Bora re got ‘divê tu hunermendekî ku baş bi kurdî dizanibe, bînî da ku dersê bide Canê.' Kazim Bora jî çû hunermend Şiyar Farqînî anî. Kazim û Şiyar, nêzî du mehan li ser kaseta min a ‘Rê Va Ye’ sekinîn û me berhema xwe wisa derxist. Vokalîstê min jî Şiyar Farqînî bû. Sala 1991'ê berhema min a yekem derket.    Tu dikarî bi awayekî giştî behsa xebatên xwe yên hunerî bikî? Heya niha te çend xelat wergirtine?    Heta niha min gelek xelat wergirtin e. Di çand û hunera me de serkeftina berhemên hunerî pir cidî nayên girtin û nayên dîtin. Heta niha nêzikî 200 helbestê min hene. Ez bi dengbêjî beşdarî orkestraya senfonî ya Hollandayê bûm. 70 kesî li wir amûr lê didan. Ez û Cewad Merwanî beşdar bûn. Wî kilama “Quling” got û min jî kilama “Miho” got. Dengê min gelek hat ecibandin û bi pileya yekemîn hat bijartin. Bi dengê muzîka biyanî û muzîka kurdî harmoniya kilamê çêkirin. Yekemîn car belkî di tarîxa Kurdistanê de dengbêjek bi orkestraya senfonîk di sala 1993’yan de li Hollandayê bi harmoniya muzîka biyanî û kurdî hatin cem hev.    Dengê min di konservatuara Fransî ya dewletê de hêjayî xelatê hat dîtin. Di nava gelek neteweyên cîhanê de, dengê kurdî hêjayî xelatê hat dîtin. Play Sound û Sony Muzîk xwestin ji min re CD’iyekê çêkin. Ev yek min pir şad kir. Di jiyana min a hunerî de girîngiya mezin ew çax bû. Li nêzikî 50 welatên biyanî ew CD hat belavkirin. Yekem car jî klîba strana min “Efrînê” jî li Dubaiyê hêjayî xelatê hat dîtin û li ser televîzyonên ereban hat belavkirin.    Di qonaxa salên 90’î de qaset bi dizî dihatin firotinê. Bazara CD’iyên kurdî tune bû. Însanan di berîkên xwe de qasetên kurdî difirotin. Serdemek hat, me bi dizî di odeyan de li stranên kurdî guhdar dikir. Lê hunermend û nifşên ku niha radibin, gelek bişans in.    Arîf Sag ji min re got ‘Tu yê bi Belkîs Akkale re biçî Wanê û vokaliya wê bikî.' Em çûn Wanê. Em li ser dikê bûn, du kes hatin gotin polîs hatin. Stranek dengbêj Kazo hebû. Li ser Kurdistan bû. Min ew stran bi nîvî kiribû. Bernameya me qut kirin. Di deriyê paş de em ji salonê derketin. Me li erebeyê siwar kirin û me xwest em xwe bidin alî. Em çûn Artemêtanê û di lêgerîna leşkerî de me li wir girtin. Bi bêtelê gotin ‘terorîsta em lê digerin va me girt’. Min nizanibû ‘terorîstî’ çi ye. Çavê min girêdan û destê min ji paş ve kelemçe kirin. Min birin Miduriyeta Polîsan Wanê. Çavê min girtîbûn. Tenê deng dihat min û min ferq dikir ku min di derenceyan de peyayî jêr dikirin. Çimkî şelpeşelpa avê dihat. Ez wê çaxê 17 salî bûm. Îşkenceyek pir giran li min kirin. Tenê tiştek ji min dipirsîn û digotin ‘Apocî kî ne?’ Ez jî ji apê xwe reviyabûm qey min digot apên min in. (Xemgîn bû û giriya) Ceryanê didan min, di nava ava pîs de dihiştin. Tiştên giran anîn serê min. Nayê gotinê. 40 rojan mam û îşkence li min dihat kirin. Laşê min reş û şîn bûbû.    Pişt re min birin nexweşxaneyek eskerî. 15 rojan li wir mam. Haya kesî ji min tune bû. Ez hem ji malbata zilam ditirsiyam, hem jî ji dewletê, lê nizanim dewlet çi ji min dixwaze. Pişt re hatim girtin 9 meh girtî mam û pişt re hatim berdan. Piştî wê ez derbasî Ewropayê bûm.    Herî dawî jî te berê xwe daye sînemayê. Te derbarê çîroka jinên êzidî de ku bi komkujiya DAIŞ'ê re rû bi rû mabûn fîlmek çêkir û te bi xwe jî tê de cih girt. Çima sînema?      Min xwest ew hovîtiya li ser jinên êzidî ango civaka me ya êzidî hatiye kirin, bi rêya fîlmeke sînemayê bigihînim perdeya spî ku dinya bibîne.    Çêkirina fîlmek kurdî xeyala min a zarokatiyê bû. Min her tim digot gerek ez di fîlmek kurdî de bileyîzim. Ev xeyal bû. Wextê min vê zilm û zora li ser civaka me ya êzidî dît, min ji xwe re got, zilm û zora hatiye serê min û civaka êzidî ji hev dûr nîn in. Min xwest ew hovîtiya li ser jinên êzidî ango civaka me ya êzidî hatiye kirin, bi rêya fîlmeke sînemayê bigihînim perdeya spî ku dinya bibîne. Bi vê fîlmê mexseda min ew bû ku gelê kurd bi hezarê salan e çiqas di bin zilmê de maye, cîhanê pê bihesînim. Xeyalan min da pey çêkirina fîlmekî sînemayê. Navê filmê ‘Fermana 74’an Şengal’ e.    Ji bo ez senaryoya fîlm amade bikim, ez li her devera Şengalê û li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê geriyam. Ez çûm kampên xelkê me yê êzidî lê diman. Bi mehan min li ser êzidiyan lêkolîn kir. Senaryo jî min wisa nivîsand. Piştî senaryoyê li ser pêşniyaza hevalên li wir, min bi Biryar Kouti re têkilî danî. Ew bi xwe jî şervanek gazî ye. Ez çûm cem wî û me li ser çêkirina fîlmê li hev kir. Me her duyan derhenêrî û senaryoya fîlmê kir. Min xwest ez bi xwe di fîlmê de rol bigirim û bileyîzim. Çêkirina filmek wiha gelek zor bû. Çimkî li gelek aliyan şer hebû. Ez du sê mînakên zor ji bo we bibêjim. Me ser û çavê xwe bi xweliyê, teniyê û xwîna ji canê însanan hat kişandin û xwîna sewalan, ji bo film dixemiland. Ji tunebûnê me derfet diafirandin. Di nava şerekî de me fîlm bi vê metodê çêkir.    Em jî bi fîlmê "Fermana 74'an Şengal" beşdarî Festîvala Filman a Cannes a Navneteweyî bûn. Her film li wir nikare bikeve pêşandanê. Me ew mafê pêşandanê bi dest xist. Pişt re em beşdarî Festîvala Filman a Monaco ya Navnetewyî bûn. Di nava 37 filman de xelata leyîstikvana herî serkeftî min wergirt. Pişt re em beşdarî Festîvala Filman a Silêmaniyê bûn. Paşê jî me li bajarê Almanya Kolnê galayek çêkir. Temaşevan giştî alman bûn. Fîlm di saloneke pir taybet de hat pêşandan. Film di vê pêşandanê de gelek serkeftî hat dîtin. Weqefek alman ji ber çêkirin û serkeftina filmê xelata zêr da min. Têkiliyên me bi fîrmayên navneteweyî re çêbûn ku em fîlm bidin wan û pişt re ez hatim Tirkiyê beşdarî xebatên hilbijartinê yên HDP’ê bûm û ez hatim girtin.    Ê xebatên te yên bi vî rengî bidomin? Yanî tu yê dîsa di fîlman de rol bigirî?    Ez ji niha şûn ve jî dixwazim hem stranbêjiyê hem jî derhêneriya filman ango karê sînemageriyê bidomînim. Hîn bêtir bi rengek profesyonelî. Ez bizanibim ez ê di hundir de (zindan) birizim jî lê ez ê dev ji stranbêjiyê bernedim.     Herî dawî ji ber ku te di vî fîlmî de cih girt û ji ber ku tu beşdarî xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bûyî hatî girtin û nêzî 2 sal û nîvan di girtîgehê de mayî. Tu yê karibî behsa wê pêvajoyê bikî?   HDP, di Meclîsa Tirkiyeyê de partiya sêyemîn e. Partiyek di çarçoveya hiqûq û yasayên Tirkiyeyê de ketiye vê Meclîsê. Bi awayekî fermî jî xebatên xwe dike. Ez jî bi mebesta di hilbijartina giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an de ji Almanyayê hatim Tirkiyeyê ku di xebatên hilbijartinê yên HDP’ê de stranan bibêjim ango konseran bidim. Ez li herêma Çûkûrovayê di mitîng û şahiyên HDP’ê de derketim ser dikê. Pişt re li ser daxwaza HDP’ê ez çûm herêma Marmarayê bajarê Edirneyê. Min di konsertan de qet stranên siyasî jî negotin. Ji ber coş û kelecana hilbijartinê min gişt stranên dîlanê û gelerî gotin.    Di 23’yê Hezîranê de rojek beriya hilbijartinê li Edîrneyê, em tevî rêvebir û xebatkarên HDP'ê ji gundekî vedigeriyan navenda bajêr. Beriya em bigihijîn nava Edirneyê eskeran me da sekinandin. Piştî kontrola nasnameyan du esker hatin hundirê otobusê û gotin ‘Hozan Canê tu îşev mêvana me yî.’ Ez matmayî mam. Ez li dijî gotina wan derketim. Bi darê zorê min kaşkirin û peya kirin.  Min birin wê qulûbeya eskeriyê û heta serê sibê ez bi tenê mam. Di kêliya binçavkirinê de kesek li min xwedî derneket.    Dosyeyek anîn ber min û xwestin îmze bikim. Di dosyeyê de wêneyên kesan hebûn. Min got ez van kesan nas nakim. Kirin nekirin min îmze neda. Gotin ‘eger tu îmze bidî, em ê niha te bişînin Almanyayê.’ Min pir li ber xwe da û daxwaza wan red kir.    Min mehekê li hefsa Edirneyê ragirtin. Ew hefs bi serê xwe dojeh bû. Gotin di cih de be meriv dikare bêje dojeh jî li ber wê xweştir e. Mehek şûn de min birin hefsa Bakirkoyê. Wexta min birin hefsa Edîrneyê lêgrîna tazî li ser min ferz kirin. Ez li Edîrneyê bi pêkanînê xerab re rû bi rû mam.    Piştî min birin hefsa Bakirkoyê belkî 50-60 kesî li qawîşê ez pêşwazî kirim. Ji kêfa ez xeriqîm. Pişt re gelek bêhnfireh bûm. Min xwe di nava malbatekê de dît.    Bi qasî ku em dizanin tu li girtîgehê jî ranewestiyayî. Te hem helbest lêkirine, hem roman nivîsiye û hem jî senaryoyên fîlman nivîsîne. Tu yê karibî qala naveroka van berheman bikî?    Hêdî hêdî hînî rewşa hefsê bûm. Heta ku meriv hînî şert û mercên hefsê dibe, gelek dem derbas dibe. Heta ku tu xwe hînî wê atmofserê dikî. Li hefsê yekemîn pirtûka ku min xwend Mem û Zîn bû û ya duyemîn jî Dewrêş û Edûlê bû. Nêzî salekê min tenê pirtûk xwendin. Min wê gavê xwe di nava zanîngehekê de dît. Pişt re min bi çend girtiyên berê yanî girtiyên cezayê heta hetayê li wan hatiye birîn re hevpeyvîn kirin. Ez li ser jiyana wan bi wan re axivîm. Bi şeş girtiyan re wekî hevpeyvînên bibin pirtûk min nivîsand. Wan çi got min nivîsand.    Jiyana min tev bi êş û kul û xeman re derbas bû. Gelek caran çûm mirinê lê dîsa li jiyanê vegeriyam. Min jiyana xwe ya ji zarokatiyê heta nava hefsê nivîsand. Ev jî bû pirtûkek. Pişt re min du senaryoyan nivîsand. Senaroyek li ser jiyana malbatên Serhedî. (Li ser çanda feoadalîzmê, di nava feodalîzmê de jiyanek evînî ya zehmetî. Ji wir ber bi jiyana şoreşê ve min gihand hev.) Senaryoya din jî min li ser jiyana kesayet û xelkê Dersimê nivîsand. Li ser jinên Dersimê çawa bi komkujiyan re rû bi rû mane. Li ser sirgûnkirina xelkê Dersimê.    Min nêzî 37 helbestan jî nivîsîn. Piştî ji hefsê derketim jî min helbestek kir stran. Ew stran amade dibe. Stranek din jî amade dikim. Ji ber şertên aboriyê niha zêde nikarim xwe bidim ber karên giran. Em dixwazin ev stran bigihîjin Newrozê. Ez ê paşê jî li ser van hevpeyvîn û senaryoyên ku min nivîsîne bixebitim.      Te di danişîna xwe ya dawî de hin gilî gazin ji gelê kurd kirin. Çima?       Lê bes gelê kurd û partiyên kurd nameyek jî ji bo min neşandin. Bi taybetî jî HDP gotinek ji bo min negot.    Gilî û gazinên min li gelê kurd e. Li tevahiya gelê kurd li her çar parçeyan e. Dibe ku Hozan Canê li gorî dilê wan huner neafirandibe, eger kêmasî di huner û şexsiyeta min de hebe û min ji bo gelê kurd hindik xizmet kiribe jî, ez lêborîna xwe ji wan dixwazim. Lê çi ji destê min hatiye ji bo gelê xwe min kiriye. Rojek wiha li serê min qewimî û ez li hêviya wî tiştî bûm ku bi giyanî li cem in bin û moral bidin min. Lê du sal û 5 meh di zindanê de derbas bû, li hêviya yek nameyekî bûm lê ji min re nehat. Di wê pêvajoya zindanê de menejerê min Mehmet Şerîf Akbaş çi ji destê wî hat ji bo min kir. Her wiha gelek lîder û kesên li cîhanê tên nasîn name ji min re şandin. Lê bes gelê kurd û partiyên kurd nameyek jî ji bo min neşandin. Bi taybetî jî HDP gotinek ji bo min negot. Dema ez ji şahiya HDP'ê vedigeriyam ketim hundir, lê nameyek jî ji bo min neşand. Di nava hunermendan de jî nameyek hunermend Eyşê Şewaqî ji Dersimê ji bo min şand.    Niha rewşa doza te çi ye?    Divê du danişîn berê dadgehkirina min biqediya. Lê mixabin şexsiyetek bi navê Îlkan Ozkan, li ser min îfade daye. Dewlet jî li ser vê îfadeya wê cidî sekinî ye. Dadgehê got, bila keçik were derkeve mehkemê li hember te vê îfadeya xwe dubare bike. Îfadeya wê bi zorê nehatiye girtin. Li cem parêzerê xwe gotiye min bi dil û riza xwe vê îfadeyê daye. Hêj hefteyek ji danişîna min re mabû, keçik reviya çû derveyî welêt.    Min ji bilî parastina çand, ziman û neteweya xwe tiştek din nekiriye. Min zirar nedaye tu kesî. Zirarê nadin min, zirarê didin gelê kurd û çand û hunera gelê kurd.    Yek şansek min maye, ku dadgeh guh nede gotinên wê kesa li ser min daye, dibe ku ew çax doz xera bibe. Lê wek tê zanîn îro em di çi rewş, sîstem, edalet û hiqûqê de derbas dibin. Welatek pir tiştên awarte diqewimin û edalet baş li cihê xwe rûneniştiye. Em jî bi bêedaletiyê re rû bi rû mane. Mixabin qedera her kurdekî wiha ye. Danişîna min a were dê di 6'ê Dulanê de were lidarxistin.   Gava tu girtîbûyî kesekê xwe xistibû şiklê te û kilamên te digotin û digot, 'Ez Hozan Canê me.' Heya niha te derbarê vê de tu daxuyanî nedane. Gelo ev mesele çi ye, te qet vekolaye?    Di tarîxa dinyayê de tiştek wiha çênebûye. Bifikirin, însanek li jiyanê ye û însanek radibe dixin şûna wê/wî însanî. Radibin şexsiyeta keseke din li keseka din dikin. Yanî şexsiyeta min, mafê min, jiyana min, malbata min kirin wekî cilekî dirûtin û rabûn li ser keseke din kirin. Eva ji min re pir biçûk û basît nayê. Piştî ez ketim girtîgehê Canêyek din çêkirin, birin estetîk kirin û birin cil û bergê min lê kirin û wê derxistin pêş.    Dema meriv destê xwe bide ser wijdanê xwe, ma tiştek wisa qebûl dibe? Ez hêj di hefsê de me rabûne însanek din xistine şûna min. Ji ber çi ez ji kurdan aciz bûm? Gelo kurdek tune bû bigota ‘hûn çawa vêya dikin şûna canê?’ Dibe hûn ji hunera Canê hez nekin, lê bes tişta ku min bi hunera xwe kir, min çand, ziman, welat û axa xwe parast. Divê ku gelê kurd jî li vê xwedî derketa. Divê ku hesabê vê yekê jê bihata xwestin. Kî vê keçikê çêkiriye. Vê komployê çêkiriye? Qey keçik ji ew qas kurdan mezintir e? Vê yekê hêrsa min rakir. Wekî dinê gelê kurd xwedî li min derket derneket ne girîng e. Ez keça wan im. Dibe meriv bi keça xwe re bi hêrs bibe aciz bibe, lê bes ez keça wan im. Lê keseke din mafê keça xwar, divê lê xwedî derketina.    Piştî ku vö doza min a li Tirkiyê biqede, ez ê biçim Başûrê Kurdistanê û hesabê vê yekê bipirsim û kî li pey vê keçikê ye yê zelal bibe. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yasayekê derxe, mafê bi vî awayî yê hunermendekê ku tê xwarin, biparêze.     Kurd niha di rojên gelek dîrokî re derbas dibin. Ji bo yekîtiya partî û tevgerên kurdî peyamek te heye?    Eger ji dîrokê heta niha yekîtiya kurdan hebûya, dostaniya wan hebûya, hev du biparastana jixwe em jî ew qas bi zext, zor û bêhiqûqiyê re rû bi rû nediman. Yek çareyek kurdan heye, avakirina yekîtî û parastina netewîtiya xwe ye. Yek rêyek li ber kurdan heye, ew jî yekîtî ye. Heke kurd yekîtiya xwe saz bikin, wê di Rojhilata Navîn de bibin xwedî statûyek herî mezin. Heke ku yekîtiya xwe qewîn nekin, ji hev dûr bikevin, dewletek din û welatek din bikevin bin çepilê wan û wan bi rê ve bibe, ev tê wateya xilasiya kurdan. Wê navê kurdan li ser axa Mezopotamyayê nemîne.    MA / Bîlal Guldem - Kadrî Esen