Hejmara 7’an a kovara Folklorame derket 2020-11-11 09:55:30   AMED – Hejmara 7’an a kovara Folklorame ya ku li ser folklora kurdan tê çapkirin derket. Kovar wek her hejmarên din bi naverokek têr û tije li ber destan e.   Kovara Folklora me ya ku li ser folklora kurdan ji aliyê Weqfa Mezopotamya ve tê çapkirin bi hejmara xwe ya 7’an derket. Kovara ku ji 3 mehan carekê der diçe vê carê jî li ser mijarên girîng ên foklorê lê hûr bûye û gelek nivîs lê kirine. Kovar bi naverokek têr û tije li ber destê xwîneran e.   Ji edîtoriya kovarê wiha hatiye gotin: “Derî vekin, mêvana we hat. Çavên we ronî, xêr û xweşîyê xwe li mala we danî. Hejmara heftan ya Folklora Me çap bû.”