Rêxistinên ked û pîşeyî: Em ji pergala taşerontiyê bi guman in

img

ENQERE - Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu bal kişand ser sererastkirina ku kadrotiyê ji bo karkerên taşeronî tîne û ev tişt got: "Pêşnûmeyeke ku hikumetê şakera kiriye li holê tune. Em der barê pêvajoyê de bi guman in."

Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, soz dabû ku dê ji bo karkerên taşeronî kadrotiyê bînin û dê bi Biryara Di Hukmê Qanûnî (KHK) re vê pergalê ava bikin. Gelek saziyên wekî Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB), Yekitiya Hekîmên Diranan a Tirk (TDB), Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES), Sendîkaya Kar a Tenduristiyê ya Şoşeşger (DEV-SAGLIK ÎŞ), Yekitiya Hemşîreyên Tirk (THD), Komeleya Radyoteknolojiya Medîkal a Tirk (TMRT-DER), Komeleya Teknîkê û Hemû Teknîsyenên Radyolojiyê (TUMRAD-DER) û Komeleya Xizmetên Civakî (SHUD) li avahiya Konseya Navendî ya TTB'ê daxuyaniyek hev beş dan.
 
‘PÊŞNÛMEYEKE KU HIKUMETÊ PARVEKIRIYE TUNE’
 
Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu daxuyaniya hevbeş xwend û aşkera kir ku soza kadrotiyê ya ji bo karkerên taşeronî di her serdemên hilbijartinê de didin û wiha got: "Di sala 2002'yan de hejmara karkerên taşeronî 350 hezar bûn, îro derketiye 2 milyon û 500 hezarî. Erdogan berî demekî soza 'kadrotiyê' da karkeran, lê hikumetê hêj di vê der barê de pêşnûmeyek parve nekiriye."
 
Çerkezoglu aşkera kir ku divê hemû karker di çarçoveya ewlehiya kar de wekî kadro bên girtin û wiha axivî: "Bi salan e li nexweşxaneyan û di hemû xizmetên civakî de û saziyên wan de, em hilberîna tenduristiyê dikin, ev hemû ekîbek bi heva ye. Parçekirina xizmetên tenduristiyê li dijî xwezaya xizmeta tenduristiyê ye." Çerkezoglu anîna şertê ezmûnê jî rexne kir û aşkera kir ku dê ev yek ji bo xistina karê hin karkeran bê bi kar anîn û der barê lêpirsîna ewlehiyê de jî ev tişt anî ziman: "Şertê lêpirsînê pêvajoyên borî der barê derbasbûna kadrotiyê de, li dijî hiqûqê ye, ev şertekî ji bo bê bijandinê (eleme) ye. Ji xwe karkerên tenduristiyê yên ku dixebitin, wekî ku nû dest bi kar kirine, dixin bin lêpirsîna ewlehiyê û ev nayê qebûlkirin."
 
Çerkezoglu herî dawî xwest xebatên taşeronî bên qedexekirin û destnîşan kir ku ew ji pergala taşerontiyê bi guman in.