Gorgun: 'Mizgîniya kadro' sozên vala ne

img

ENQERE - Nûnerê Herêma Enqereyê yê DÎSK'ê Tayfûn Gorgun, diyar kir ku îktîdar her dem pirsgirêka taşeronan ku wê ava kiriye dike amûrê hilbijartinê. Gorgun, anî ziman ku AKP'ê ji bo heq û keda erzan pergala taşeron li serê Tirkiye kiriye bela û sozên Kadro vala ye. 

Nûnerê Herêma Enqereyê yê DÎSK'ê Tayfûn Gorgun, der barê soz û mizgîniyên Serokomar û Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan ên taşeronan bikin kadro nirxand. Gorgun anîn ziman ku sozên îktîdare yên ji bo taşeronan bikin kadro sozên vala ne û dixwaze beriya hilbijartinê dîsa dengê xwe zêde bike û wiha got: "Beriya sazkirina kadro ya der barê karkerên taşeron de bînin meclîsê bi KHK'yan xistin meriyetê. Armanca ku kadrotiyê bi KHK dide karkerên taşeron ewe ku razemeniya hilbijartinê bike. 750 hezar karkerên taşeron heye. Bi hikûmeta AKP'ê Tirkiye bûye komara karkerên taşeron. Îktidara AKP'ê bi keda erzan û karkerên erzan dixebitin, pergala taşeronê kiriye bela serê Tirkiyeyê. Li gorî daneyên fermî li Tirkiye 750 hezar karkerên taşeron hene. AKP beriya hilbijartinê dixwaze karkerên taşeron bike kadro û razemeniyê hilbijartinê bike. Lê mizgîniya kadro ya AKP'ê sozên vala ye.  Di sala 2017'an de di cînayetên karkeran de rekor hat şikandin. Di 11 mehên dawî de hezar û 850 karker di cînayetên kar de mirin. Di nava salekê de nêzî 2 hezar karker mirin."