Cotkarên pembu tişta qezenc dike dide avê!

img

AMED – Cotkarên Amedê destnîşan kirin ava ji GAP'ê didin zeviyan, buhayê wê gelekî zêde ye û aşkera kirin ku qezenca wan hemû diçe avê.

 
Li Tirkiyeyê pirsgirêkên karkeran naqedin. Herî dawî buhayê mazotê derket 5 lîreyî, cotkar nema dikarin zeviyên xwe cot bikin û îsyan kirin. Cotkarên li Amedê destnîşan kirin ku ava ku GAP ji bo wan saz dike, gelekî buha ye û bi hezaran lîre pereyê avê didin.
 
'COTKAR NIKARIN HILBERÎNÊ BIKIN’
 
Abbas Karagul (47) aşkera kir ku ew 30 sal e bi cotkariyê re mijûl e, ji ber buhayê mazotê zêde bûye zehmetiyan dikişînin. Karagul da zanîn ku ew ava ji bo zeviyan ji GAP'ê pêşwazî dikin û wiha axivî: "Tenê ji bo avê em bi hezaran lîreyî didin. Tişta me qezenc dikir me dida gubre û mazotê, êdî av jî li van zêde bû. Divê mazot û av buhayê wan bê daxistin. Cotkar mexdûr dibin. Ji xwe teşwîqek biçûk didin, wê jî nedin em ê birçî bimînin. Em bang li hikumetê dikin, her tişt buha bûye. Divê ji vê re çareyek bê dîtin û em erdê xwe biçînin."
 
‘27 HEZAR LÎRE DAN AVA GAP'Ê.’
 
Karagul destnîşan kir ku ava ji cihokên GAP'ê tên wan gelekî pere daye û wiha pê de çû: "Dema cihok nû çê dikirin tiştekî wiha tune bû. Digotin ku 'Em ê avê bînin ber piyê cotkaran' û ev bi kêfxweşî tanîn ziman. Ava ku anîn bi pere difiroşin me. Serê donimê 90 lîre dixwazin. Min qasî 300 donim pembu çandiye. Ev jî qasî 27 hezar lîre dike. Vê avê jî tenê 3 mehan didin. Heke ez hilberîna duyemîn bikim, ez ê avê nebînin."
 
‘EZ JI SÊWEREGÊ KARKERAN TÎNIM’
 
Lutfu Bayraktar da zanîn ku ew 15 sal e hilberîna pembu dike, ji ber ku buhayê pembu kêm e, bi gazinc e. Bayraktar aşkera kir ku hemû xizmet û tiştên ji bo hilberîna pembu didan wan, buhayê wan zêde bûye û wiha dirêjî da a xaftina xwe: "Li gel vê buhayê pembu kêm e. Karker jî naxwaze êdî bê. Em nikarin yomiya karkeran jî bidin. Pembuyê me îsal li zeviyê ma. Ji bo pembu berhev bikim ji Sêweregê karkeran tînim amedê." Bayraktar got ku karê wan heqê xwe dernaxe û dema baran bibare, berhemên wan li zeviyê dimîne."