Çelîk: Karker naxwazin bibin endamên sendîkayan

img
STENBOL – Endamê Hîndekarê Zanîngeha Kocaelî Doç. Dr. Azîz Çelîk, diyar kir ku karker nayin parastin û got: “Karker ji ber tirsa ji kar avêtin, naxwazin bibin endamên sendîkayan.” 
 
Komeleya Piştevanî ya Karkeran, sempozyûma “Di rojên krîzê de xwe birêxistin kirin” li Navenda Çanda a Bariş Manço ya li Kadikoyê li dar xist.  Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Halît Erdem, Endamê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Emîn Merîh, endamên Partiya Gel a Komarê (CHP), nûnerên DÎSK û sendîkayên girêdayî wê, endamên Tevgera Ked û Jinan, Karkerên Cargîll, akademisyen û gelek rêxistinên kedê beşdarî sempozyûmê bûn. Pankart “Di rojên krîzê de, xwe bi rêxistin kirin: Derfet, zorî û lêgerîn” bi salona sempozyûmê ve hat kirin. 
 
Serokê Komîsyona Tenduristiyê ya Karkeran a Odeya Bijîjkên Stenbolê (ÎTO) Dr. Nazmî Algan moderatoriyê sempozyûmê kir. Endamê Hîndekarê Zanîngeha Kocaelî Doç. Dr. Azîz Çelîk û Endamê Hindekariya Zanîngeha Dîlokê Doç. Dr. Serkan Ongel weke axaftinvan beşdarî sempozyûmê bûn. 
 
‘MÛÇEYA KÊMTIRÎN JÎ NAGIRE’
 
Doç. Dr. Azîz Çelîk, di sempozyûmê de axivî û lêkolîna xwe ya “Lêkolîna Bergehiya Çîna Karkeran a Tirkiyeyê” pêşkêş kir. Çelîk, diyar kir ku ji sedî 66’ê karkeran dibin mûçeya kêmtirîn de dixebitin û wiha got: “Di navbera karên bêsîgorta û bisîgorte de ji sedî 48 ferqa mûçeyê heye. Di navbera karkerên zanîngeh xwendine û lîse qedandine de jî ji sedî 25 ferqa mûçe heye. Ji ber k mûçeya karkeran kême, bi zarokê debara xwe dikin. Dîsa ji sedî 56 karker nayîn parastin û ewlekariya canê wan û tenduristiya wan tuneye. Karker ji ber tirsa ji kar bên avêtin, naxwazin bibin endamên sendîkayan. 
 
NASNAMEYA KARKERAN 
 
Doç. Dr. Serkan Ongel, jî lêkolîna xwe ya derbarê “Nasnemya Karkerên Metalê” kirî de pêşkêş kir û wiha bilêv kir: “Tu girîngiya ku karker li mafên  xwe bigerin tuneye.”