Piştî 25 salan ji jinên tevnkar ên li Kadîfekale kirêya cih xwestin

img
 
ÎZMÎR - Piştî 25 salan ji jinên tevnkar ên li Kadîfekale ya dîrokê kirêya cih xwestin.  Mûxtarê Kadîfekale Davût Tekîn, diyar kir ku jinên nekarin kirêya cih bidin, dê neçar bimîne ku dezgeha xwe rake. 
 
Li taxa Kadîfekale ya naçeya Konak a Îzmîrê, hin jin bi salane li keleya wê ya dîrokî tevnkariyê dikin û bi vî karî debara xwe dikin. Bêyî ku agahiya jinên tevinkar jê hebe, piştî 25 salan, Miduriyeta Herêmê ya Îzmîrê ya Weqfan ew deyndar kirin. Jin piştî agahdarname hat ber deriyê wan, ji vê rewşê agahdar bûn. Bi hineta “dagirkirina cih” ji jinan hat xwestin ku kirê bidin. 
 
‘ÇAV BERDANE 3 QURÎŞÊN ME’
 
Jina ku nexweş navê xwe bide û  ev 25 salin tevnkariyê dike, anî ziman ku gelek çaran ew pere qezenc nakin û wiha got: “Berî mehekê komek ji Miduriyeta Herêmê ya Weqfan hatin vir. Agahiyên nasname adresên me girtin. Ji xwe bi zorê em debara xwe dikin. Ji ber krîza aborî, em ketine nava tengasiyê. Em hemû qirêjiyên Kelehê paqij dikin. Îro jî çav  berdane 3 qurîşên me. Bêyî ku agahî bidin me, em kirine bin deynan. Em jî mirovên vî welatîne. Gelo çima bêyî me, me dixin bin deynan?
 
‘BÊHIQUQIYÊ DIKIN’ 
 
Mûxtarê Kadîfekale Davût Tekîn jî, diyar kir ku bêhiqûqiyê dikin û wiha axivî: “Bêyî ku agahî bidin, mirovan dixwin bi deynan. Ev bêhiqiyê. Ji xwe bi zorê debara xwe dikin, dê çawan karibin kirê jî bidin Miduriyeta Weqfan bi vê yekê dixwaze, vê qezenca kêm a jinan jî ji destên wan derxîne. Jinên ku nikarin kirê bidin, dê  neçar bimînin ku dezgên xwe rakin.”
 
MIDURÊ WEQFAN HERÊMÊ DI DESTÛRA SALANE DEYE
 
Derbarê mijarê de me li midurê weqfan geriya, lê ji me re hat gotin ku Midurê Herêmê yê Îzmîr ê Weqfan Fethî Koç di betlaneya salane deye û memûrên li şûna wî kar dikin jî ne xwedî wê peywirêne ku li şûna wî agahî bidin.