Mesrefên nexweşxaneyê yê penaberê ji înşeatê ket nedan

img
AFYON - Norûllah Shûr Zad ê afxanî ku bi awayekî neqeydkirî li Înşaata Gorguluyê dixebitî, ji şantiyeya înşeatê ket erdê û bi giranî birîndar bû. Patron Adem Gorgulu ji Zad re gotiye ger tu gilî nekî ew ê heqê tedawiyê bide, lê Gorgulu heqê tedawiya Zad neda. 
 
Norûllah Shûr Zad (20) ku 2 sal berê bi zor û heft bela hat Tirkiyeyê, li Înşaata Afyon gorguluyê dest bi kar kir. Zad, par ji înşeatê ket erdê û birîndar bû demeke dirêj li nexweşxaneyê ma. Zadê ku hîn nû baş dibe, giliyê înşeatê kir û ji bo vê di warê hiqûqî de li benda lîkariyê ye. Zad, diyar kir ku milên wî, newqa wî û hindeverêns tuyê wî şikuyane û ji ber vê niha nikare bixebite. Zad, bilêv kir ku li Afyonê li mala hevalên xwe yên afxanî dimîne û niha hevalên wî alîkariya wî dikin. 
 
PATRON ALÎ WÎ NEKIR 
 
Zad, diyar kir ku qeyda wî li Îdareya Koçberiyê ya Afyonê bû, lê belê ji ber li nexweşxaneyê tedawî dibû niakribûye ji bo îmzeyê biçe îdareyê û ji ber vê qeyda wî hatiey betalkirin. Zad, anî ziman ku paşê wî qeyda xwe nû kiriye û ji ber destûra wî ya xebatê tune bûye ji mecbûrî bi awayekî enqeydkirî li ser înşeatan xebitiye. Zad, destnîşan kir ku roja qezayê wî rakirine nexweşxaneyeke taybet. Zad, diyar kir ku li nexweşxaneyê berî polîsên enxweşxaneyê patron Gorgulu hatiye odeya wî û gotiye: "Eger tu gilî nekî heta tu baş bibî ez ê alîkariya te bikim." Zad, anî ziman ku ji ber vê gilî nekiriye.
 
LI BENDÎ ALÎKARIYÊ YE
 
Zad, destnîşan kir ku lê belê Gorgulu bi tu awayî alîkariya wî nekiriye ûg ot: "Niha gelek deynê enxweşxaneyê li min e. Ji ber nikarim bixebitim nikarim pereyan ji malbata xwe ya li Afxanîstanê re bişînim. Min di 6'ê Îlonê de çûm Midûriyeta Emniyetê ya Afyonê û min giliyê Adem Gorgulu kir. Li ser vê min birine dliyeyê. Lê belê li edliyeyê peywirdarekî ji min re got 'heqekî te yê tu dozê vebikî tune ye, tu nikarî tiştekî bikî.' Piştî qezayê patron got, ez ê bi her awayî alîkariya te bikim lê niha bersiva telefonên min jî nade." 
 
Zad, di warê hiqûqî de li bendî alîkariyê ye. 
 
Xwediyê înşeatê Adem Gorgulu pêşî îdia red kirin. Gorgulu, îdia kir ku Zad lis er înşeata wan nexwebitiye, li nexweşxaneyê çûye serdana hosteyê îneşata wan Mustafa Oksuz. Lê dema me raporên nexweşxaneyê ûg irtekên polîsan bi brî xist, Gorgulu li xwe mikur hat û got: "Bûyerek enxweş bû. Belê lê derbas bû çû." Her wiha Gorgulu pirsa der barê mesrefên nexweşxaneyê jî nebersivand.