Li Aydinê karkerekê înşaetê jiyana xwe ji dest da

img
AYDIN - Karkerê înşaetê Dogan Mihçi yê di înşaeta yurda Kampusa ADU de dixebitî ji kata 8’emîn ket û jiyana xwe ji dest da. 
 
Karkerê înşaetê Dogan Mihçi yê 35 salî yê di înşaeta yurda Kampusa Zanîngaha Adnan Menderes (ADU) a li navçeya Efeler a Aydinê de dixebitî, ji kata 8’emîn ket û jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê  karkerên înşaetê agahî dan ekîbên tenduristiyê. Ekîbên tenduristiyê Mihçi rakirin Nexweşxaneya Pêkanîn û Lêkolînê ya Zanîngeha Adnan Menderes a Aydinê. Li nexweşxanê li gel hemû mudaxileyan jî Mihçi jiyana xwe ji dest da.