Zarokê ku înşeata nexweşxaneyê dihat xebitandin bi ceryanê ve zeliqî

img

ÊLIH - Zarokê 17 salî ku di înşaata Nexweşxaneya Zarok û Zayîna Jinan a Êlihê de dihat xebitandin bi ceryanê ve zeliqî. 

 
Li taxa Gultepe ya Êlihê zarokê 17 salî B.Û. ku di înşaata Nexweşxaneya Zarok û Zayîna Jinan a Êlihê de dihat xebitandin, bi ceryanê ve zeliqî. B. Û. ku li înşeatê karê kaynaxê dikir, dema ku xwest pîvanê bigire bi xeta bilind a ceryanê ve zeliqî û bi giran birîndar bû. B. Û. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê û hat hînbûn ku di laşê di asta yekemîn de şewitiye. Piştî mudaxaleya destpêkê ya li vir B.Û. rakirina Beşa Şewatê ya Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. 
 
Hat hînbûn derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.