Îsal berhema nîskan kem e

img
ÊLIH - Cotkarên ku îsal berhema hêvî dikirin ji nîskan negirtin ragihandin ku bi topavêtinê re rû bi rû ne. 
 
Li gorî daneyên Saziya Statistîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), Tirkiye di hilberandina nîskan a cihanê de tenê ji sedî 6 nîskan hilberandiye. Ji ber ku hilberandin mezaxtinê nabersivîne, Tirkiye li gel erdên xwe yên bi xêr û bêr jî neçar dîmene ku nîskan ji derveyî welat bikire. Tirkiye di 5 mehên destpêkê yên sala 2018'an de nîskên ku ji derveyî welat kiriye ji sedî 70'yê wan ji Kanadayê aniye.  
 
Cotkarên bajarên mîna Amed, Riha, Mêrdîn û Êlih ku herî zêde nîsk lê wan tên çandin diyar kirin ku ji ber piştgirî nagirin hilberîna wan a nîskan kêm dibe. Îsal li Êlihê nêzî 60 hezar donim nîsk hatibûn çandin û ji vî 60 hezar donimî tenê 20 ton nîs hat girtin. Xêr û bêra nîskan gelek di binî hêviya cotkaran de ma. 
 
'DIVÊ COTKAR BÊN DESTEKKIRIN'
 
Serokê Odeya Çandiniyê ya Êlihê Ebûbekîr Dogan diyar kir ku hilberîna nîskan a îsal cotkaran kêfxweş nekiriye û wiha got: "Sedema bingehîn a daketina berhema nîskan a îsal barîna şiliya zêde ye. Cotkaran di rewşeke gelek ne baş de ye. Bi taybetî jî bilindbûna dovîzê û girêdayî ve yekê bilindbûna bihayê tov û lêçûnên mazotê îsal pişta cotkaran şikand. Ji bo ji holê rakirina vê pirsgirêkê divê teşwîqên heyî bên zêdekirin. Bi taybetî jî di mihara mazot, tov û gubreyê de divê cotkar bên destekkirin. 
 
'EM BI TOPAVÊTINÊ RE RÛ BI RÛ NE'
 
Hecî Yildirim ku li Êlihê cotkariyê dike, diyar kir ku xêr û bêra îsal gelek di binî hêviya wan de maye û wiha got: "Lêçûnên mazot, tov û gubreyê li gorî çend sal berê du qat zêde bûye. Hemû salê em li benda van rojan bûn. Lê berhem kêm derket. Ji ber ku me vê yekê texmîn dikir, bi nîskan re ceh û genim jî danibû lê ji ber ku lêçûnên wan jî zêde bûn, em niha bi topavêtinê re rû bi rû ne."
 
Cotkar Hesen Sezgîn jî polîtîkayên cotkariyê yên desthilatê rexne kir û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: "Ne piştgiriyê didin karker ne jî didin cotkar. Ji ber ku lêçûnên me zêde bûne, em nizanin ku çibikin." 
 
MA / Metin Yoksu