Motorîn 23 qurîş, çay jî ji sedî 15 giran kirin

img

ENQERE - Lîtreya motorîn 23 qurîş û çay jî ji sedî 15 giran kirin. 

 
Miduriyeta Giştî ya Şirketa Çay (ÇAYKÛR) çaya hişk ji sedî 15 giran kir. Di biryara zemê de, hilberîna çaya şîn a zêde, maliyeta karker û şirkete weke hincet hatin nîşandan. Zema hat kirin ji îro de derbas dare. 
 
BIHAYÊ MOTORÎNÊ JÎ GIRAN KIRIN 
 
Bihayê motorînê jî giran kirin û ji îro de dê motorîn jî li gorî zemê bê firotin. Lîtreya Motorînê ya 23 qurişan hat girankirin, dê 22 qurişan bandora  xwe li bihayê pompê bike. Qûrişek jî dê ji bacayê bê girtin. Bihayê lîtreya motorîn a li Enqerê 6,30 TL’an tê firotin, ji îro û şûnde dê bi 6,52 TL’an bê firotin.