Îsal berê zebeşan kêm e

img
EDENE – Li Edeneyê debra şebeşan didome. Cotkarên ku bi deynan karê xwe bi rê ve dibin, diyar kirin ku ji ber baran û zîpika zêde berdariya şebeşan îsal kêm bûye. 
 
Li Edeneyê debra şebeşên nûgihayî didome. Li Tirkiyeyê 20 ji sedî yê şebeşan li Edeneyê şîn tê. Îsal 145 hezar dekar şebeş hat danîn. Tê payîn ku nêzî 700 hezar ton şebeş bê çinîn. Lê belê îsal ji ber baran û zîpika zû debra şebeşan li gor berê 20 roj bi derengî ket. Şebeşên li taxên Kapi, Tûzla û Bahçeyê yên navçeya Karataşê gihan kîloya wan bi 2 lîre û nîvan û 3 lîreyan tê firotin. Cotkarên ku bi deynan karê xwe bi rê ve dibin, diyar kirin ku ji ber baran û zîpika zêde berdariya şebeşan îsal kêm bûye. 
 
TONAJ KÊM BÛYE
 
Cotkar Hasan Koyûncû, anî ziman ku lêçûna serê donimek şebeş 4-4.5 hezar lîre ye. Koyûncû, anî ziman ku şebeşên nûgihayî li axa xîçî şîn tên û got: "Îsal baran zêde bariya. Her wiha terez jî hat. Loma tonaja şebeş kêm bûye. Berdarî pir kêm e. Niha em kîloya şebeş bi lîre û nîvê didin. Em di dawiya Çileyê de datînin û 5 mehan pê re eleqedar dibin. Lêçûn zêde ne. Biha baş e, lê ebrdarî kêm e." 
 
‘HER KES DEYNDAR E' 
 
Cotkar Mehmet Akdag jî destnîşan kir ku ji ber şert û şirûtên hewayê nebaş bûne, tonaja şebeşan kêm bûye û cotkar heqê keda xwe bi dest naxin. Akdag, got: "Ji ber barana zêde, niha tonaja şebeşê nûgihayî kêm e. Wexta bi 2 lîreyî bê dayîn lêçûnên cotkar dertên. Wê 15-20 roj şûnde şebeşên li axa xîçî şîn tên biderizin. Niha tonaj normal e, lê 20 roj şûn de nediyar e wê fiyetê şebeş çi be. Serê donimê lêçûna şebeş 4 hezar lîre ye. Cotkar bi deynan karê xwe dike. Piraniya şebeşvanan îcare dikin. Lêçûn pir zêde ne û her ku fiyet kêm dibe zirar zêde dibe. Niha kesên li vira hemû deyndar in." 
 
MA/ Hamdullah Kesen