Çandina sebzeyan li Kobanê dest pê kir

img
KOBANÊ - Rençberên Kobanê piştî şitilên di bin serayan de çandin mezin bûn, dest bi çandiniya baxçeyên sebzeyan kir. Rençberên Kobanê li bendê ye ku mehek din dest bi komkirina berhemên baxçeyan bikin. 
 
Welatî û rençberên li Komanê, ji ber sebze gelek buha ne, di meha Qanûnê de li Navçeya Qineyê ya Kobanê şitilên sebzeyan di serayan de çandin. Piştî şitilên fêkî û sebze mezin bûn û hewa germ bûn, welatiyan ev şitlên ku di bin naylonan de çandibûn, niha li nava baxçeyan belav dikin û baxçe datînin. Welatî baxçeyên sebzeyan hem ji bo pêdiviyên xwe yên malê û hem jî ji bo firotinê çandin. Şitilên firotinê niha ji bin naylonan derxistin û di baxçeyan de diçînin. Welatî niha li navçeya Qineyê  gelek cureyên sebzeyan li hemû gundên Kobanê û kesên ku baxçeyan diçînin, tên firotin. Piraniya şêniyên navçeya Qineyê girîngiyê didin çandiniyê, ji  ber ku gundên rojavayê Kobanê zêdetirî xwe bi erdên avî yên nêzî çemê Firatê tên naskirin. Ew jî dibe sedam ku her sal şêniyên navçeyê erdên xwe biçînin. Îsal ji ber zêdebûna nirxên sebzeyan, şêniyên herêmê nerazîbûn nîşan dan. Sedema bihabûnê jî ji ber ku sebze ji derve tê û her kîloyek bacanên sor gihîşt 300 lîreyên Sûriyê. Ji bo wê şênî bi hêvî ne ku heta meheke din sebzeyan bi nirxekî normal bikirin.
 
Şêniyên navçeya Qineyê Elî Ehmed Mistawî deh donim (şimbilek) baxçeyê sebzeyan çand. Ehmed Mistawî li baxçeyê xwe bacanên reş, firengî, xiyar û îsot candin. Mistawî diyar kir ku îsal axa baxçeyê binerd pir hişk bû û wiha got: "Îsal ji ber barana zêde ax jidiya. Baranê bandor li axê kir. Lê dîsa em bi hevîne ku di mehekê de baxçeyê me ber bigire û em berhemên wî kom bikin."