Mamosteya hat îxrackirin: Ji bo siberoja me ez ê biçim 1’ê Gulanê

img

ÎZMÎR – Mamosteya polê Îlknur Alçelîk Akîkol a bi KHK’ê hat îxrackirin got: “Ji bo siberoja xwe em ê li qadên 1’ê Gulanê bin.” 

 
Mamosteya polê Îlknur Alçelîk Akîkol di 29’ê cotmeha 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat îxrackirin. Akîkol di nava 3 salan de ji karê firotina pirtûkan bigire heta firotina hêkên organîk di karên cûr bi cûr de xebitî. Akîkol bal kişand ser pîrozbahiya Cejna Karkeran 1’ê Gulanê û got: “Ji bo em serî netewandina xwe bidin nîşandan, ez ê biçim 1’ê Gulanê.” 
 
JI BO DEBARÊ DIXEBITE
 
Akîkol diyar kir ku wê nêzî 20 salan mamostetî kiriye û piştî îxrac bû di warê aborî de qewimandinên giran hat serê wê. Akîkol anî ziman ku ji bo debara xwe bike gellek karan kir û niha jî hêkan difiroşe. Akîkol got siberoja wê û zarokên wê jê dizine. Akîkol got ew hêj nizanin ji ber çi tên sûcdarkirin. 
 
‘EZ Ê LI QADA 1’Ê GULANÊ BIM’ 
 
Akîkol da zanîn ku ew beşdarî hemû çalakiyên sendîkaya endama wê bû Egîtîm Senê dibe û got: “Ji bo aştî û daxwazên xwe yên jiyanek wekhev û ji bo em di siberojê de bibin xwedî gotin em ê li qadên 1’ê Gulanê bin. Em ê daxwazên xwe qîr bikin.”