Li qadên 1’ê Gulanê qîr kirin: Hûn nikarin vîna me têk bibin

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Dîlok, Semsûr, Êlih, Dersım, Riha û Meletiyê bi hezaran karker û kedkar li qadên 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran, bi dirûşmeya “Hûn nikarin vîna me têk bibin” pîroz kirin. 

Li Dîlokê bi pêşengiya Pêkhateyên Demokrasiyê li Parka Yeşîlsû 1’ê Gulanê hat pîrozkirin. Saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî ku ji hezaran kes pêk dihat û Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul jî di nav de bi meşê heta Parka Kirkayak meşiyan û li qadê cejnê pîrozkirin. Bênavber dirûşmên li dijî OHAL û ji bo biratiya gelan hatin berzkirin. Balkêş bû ku girseya jin û ciwan a tev li mitîngê bûn zêde bû. 
 
‘DIVÊ ÇÎNA KARKERAN DENGÊ XWE BILIND BIKE’ 
 
Di mitîngê de Nûnerê DÎSK’ê yê herêma Dîlokê Alî Guducu axivî û destnîşan kir ku divê çîna karkeran dengê li dijî hemû pêkanîn bilind bike û cejna karkeran pîroz kir. 
 
Piştî Guducu Berdevkê Platforma Şaxan a KESK’a Dîlokê Alî Ersonmez jî axivî û got ku ew ji bo jiyanek demokratîk û birûmet bi dest bixin li qadan e. 
Mitîng bi mûzîk û govend gerandinê xelas bû. 
 
MELETÎ
 
Li Meletiyê jî bi pêşengiya DÎSK û KESK’ê ku partiyên siyasî jî destek dan wan Cejna Karker û Kedkaran li Qada Emeksîz pîroz kirin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbgel Yigîtalp û rêveberên HDP jî beşdar bûn. Serokê Komîteya Amadekar a mitîngê Tarik Kaya axivî û daxwazên karkeran rêz kir. Yigîtalp jî destnîşan kir ku dê AKP nikaribe vê vînê têk bibe. 
 
SEMSÛR
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Semsûrê jî li Qada Îtfaiyeyê 1’ê Gulanê pîroz kir. Kedkar û karkeran bê pankarta “Demokrasî, wekhevî, edalet, aştî û biratî vekirin” û heta qada pîrozbahiyê meş li dar xistin. Parlamenterê HDP’ê yê Semsûrê Behçet Yildirim û rêveberên HDP, DBP, CHP, OSP, PSAKD, Partiya Saadet û gelek nûnerên saziyan tev li şahiya karkeran bûn û bûn hevparê coşa kedkaran. 
Mitîng bi li ber strîna Koma Bajar bi govendê bi dawî bû. 
 
ÊLIH
 
Li Êlihê jî rêxistinên kedê 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran li ber stadyuma 16’ê Gulanê ya Bajêr li darxistin. Dayikên Aştiyê bi laçikên xwe yên spî tev li mitîngê bûn. Mitîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Li gel barîna baranê jî pîrozbahî pêk hat. Gelek pankartên têkildarî wateya rojê hatin daliqandin. Li ser navê Komîteya Amadekar Hevserokê Şaxa Egîtim Senê ya Êlihê Necatî Dadak axivî û da zanîn ku ew ê têkoşîna ked û demokrasiyê bigîhînin serkeftinê. 
 
'DI 24’Ê HEZÎRANÊ DE DÊ HIŞÊ WAN BÊ SERÊ WAN’ 
 
Pişt re Berdevkê Ayhan Bîlgen jî axivî û got: “Bi tu awayî desthilatdariya vî welatî me naxwaze. Lê li gel hemû nexwestina wan jî em ê têkoşîna xwe birêve bibin. Bi bê pîvan û bê ehlaw bi ser me ve tên. Dê di 24’ê Hezîranê de hêj werin ser hişê xwe, lê dê wê demê her tişt ji dest çûbe. Dem dema mezinkirina têkoşîna ked, azadî, demokrasî û aştiyê ye.” 
 
Piştî axaftinan Hîvron, hunermend Egît Işik û Koma Erbanê ya Jinan derketin ser dikê û strîn û gel govend gerand. 
 
DERSIM 
 
Li Dêrsimê jî bi pêşengiya Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran li Qada Seyîd Riza hat pîrozkirin. Polîsan derdora qadê dorpêç kir. Li gel dorpêçê jî mitîng bi coş hat pîrozkirin. Bênavber sloganên kurdî û tirkî berz kirin û pankarta “Ji bo jiyanek mirovane, demokrasî û rojên xweş bijî Yekê Gulanê” vekirin. Rêzgirtin pêk hat û Serokê Komîteya Amadekar Yilmaz Çetîn axivî û got: “Em hemû dizanin ev ewrên biharê derbasdar in. Roj dê bi hemû germahiya xwe dîsa dê derkeve. Germahiya rojê dê têkoşîn û baweriya xweşî û Gulanê mezin bike.” 
 
‘KES PAXAVA XWE BI TIFAQA WAN NAKE’ 
 
Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu jî tev li mitîngê bû û cejnê li tevahiya kedkar û karkeran pîroz kir. Kerestecîoglu destnîşan kir ku girtiyên siyasî ji dil ve azad in û got: “Nikarin me bêdeng bikin. Tirsa 24’ê Hezîranê niha bi wan girtiye. Em ê hesabê zilm û neheqiyan di 24’ê Hezîranê de bipirsin. Li cihê tifaqa jin û ciwanan hebe, kes paxava xwe bi tifaqa cumhur nake.” 
 
Piştî axaftinan pîrozbahî li ber def û zirnê bi govend gerandinê bi dawî bû. 
 
RIHA 
 
Li Rihayê jî bi sedan karker û kedkar bi heman armancê li Qada Ahmet Bahçivan 1'ê Gulanê pîroz kirin.